14:19 23 Gulan 2018
    Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov

    Peskov: Em ji ber kuştina filistîniyan bi fikar in

    Photo host agency
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov li ser pevçûnên duhî yên di navbera filistînî û hêzên ewlehî yên Îsraîlê de, ku di encamê de gelek filistîniyan canê xwe ji dest dabû, anî ziman ku ew ji ber kuştina wan filistîniyan bi fikar in.

    Duhî piştî ku Balyozxaneya Amerîkayê ji Tel Avivê ji bo Qudsê hat veguhastin, li ser sînorê Xezzeyê ji aliyê gelek filistîniyan ve xwepêşandan hatibû lidarxistin û di navbera wan filistîniyan û hêzên ewlehî yên Îsraîlê de pevçûn qewimî bû û di encamê de gelek filistînî hatibûn kuştin.

    Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov li ser wan bûyeran axivî û got, "Ne pêkan e ku mirina gelek filistîniyan nebe sedema fikaran. Wekî hûn jî dizanin Moskow ji berê de aciziya xwe ya li hemberî çalakiyên Amerîkayê tîne ziman û dibêje ev çalakî wê aloziyên li Rojhilata Navîn zêde bikin. Mixabin ev jî pêk hat."

    Peskov destnîşan kir ku ew geşedanên li herêmê ji nêzik ve dişopînin û derbirî ku di serî Çarînên Rojhilata Navîn, divê hemû alî ji gavên ku aloziyan zêde dikin, dûr bisekinin.

    RÛSYA PABENDIYA XWE YA JI BO BIRYARÊN NY DIPARÊZE

    Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê di Nîsana 2017a de bi daxuyaniyekê ev tişt gotibûn, " Em pabendiya xwe ya ji bo biryarên Neteweyên Yekbûyî yên ku Qudsa Rojhilat wekî paytexta dewleta Filistînê dibinin, piştrast dikin. Ligel vê yeke divê em diyar bikin ku em Qudsa Rojava jî wekî paytexta Îsraîlê dinasin."

    Rêveberiya Îsraîlê di Hezîrana 2017a de pêşniyar li Rûsyayê kiribû ku balyozxaneya xwe vaguhêze Qudsê lê Moskowê gotibû, heta k udi navbera Filistîn û Îsraîlê de peywendî neye dayîn, ew ê gaveke wisa neavêje.

    Bi heman mijarî:

    ‘Îsraîl sûcê şerî kiriye, divê bê darizandin'
    Hizbullah: Îsraîl bersiva moşekên li Girên Golanê ketine bi êrîşa filîstîniyan dide
    Îsraîl bi nedana S-300an bo Sûriyeyê kêfxweş bû
    Dr. Akkoyunlu: Ger şerê Îsraîl-Îranê biqewime Îran wê fişarên li ser kurdan zêde bike
    Îran: Îsraîl tevgerekê bodelî bike wê Tel Avîv û Heyfa ji holê rabe
    Etîketan:
    Berdevkê Kremlînê, Dmitriy Peskov, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de