17:47 23 Gulan 2018
    Beşê aboriyê yê RÎA Novostiyê

    Servîsa Ewlekariya Kievê bi zorê ket nivîsgeha RÎA Novostiyê

    © Sputnik / Anton Denisov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Servîsa Ewlekariyê ya Ûkraynayê (SBU) li Kievê bi zorê ket nivîsgeha RÎA Novostiyê. Hat diyarkirin ku di dema bûyerê de rojnamegerek di avahiyê de bûye û pêwendî pê re qut bûye.

    Peywirdarên Servîsa Ewlekariyê ya Ûkraynayê îro sibehê li Kievê bi zorê ketin nivîsgeha RÎA Novistiyê. Piştî wê destwerdanê pêwendî bi rojnamegereke jin re qut bû ku li nivîsgehê bû. Şahidên bûyerê got ku peywirdar bi krîkoyê ketine avahiyê.

    ÎDIAYA "BI ARMANCA LÊPRSÎNÊ"

    SBUyê derbarê mijarê de daxuyaniyek da û got, "çalakiyan bi armanca lêpirsîna li saziyên çapemeniyê yên di kontrola Rûsyayê de tên kirin." Berdevka Çapemeniyê ya SBUyê Yelena Gitlyanskayê îdîa kir ku hêzên ewlekariyê tesbît kiriye ku saziyên çapemeniyê yên Rûsyayê şerekî enformasyona hîbrît li dijî Ûkraynayê dimeşînin.

    SBUyê ragihand ku dê paşê hûrgiliyên derbarê operasyonê de bidin.

    ROJNAMEGEREKÎ RÛS HAT DESTESERKIRIN

    Danê sibehê li Kievê, rojnamevan Kirill Vışinskiy li nivîsgeha RÎA Novostiyê ya li Ûkraynayê hatibû desteserkirin.

    Birêveberê Giştî yê Ajansa Rossiya Segodnyayê ya ku RÎA Novostî û Sputnik pê ve girêdayî ne, Dmitriy Kiselevî bang kiribû ku Vişînskiy were berdan û lêpirsîna li saziyên çapemeniyê yên rûs rawestînin.

    Bi heman mijarî:

    Pêşbirka bedewiyê Bedewa Rûsyayê 2018an hat lidarxistin
    Wezîrên G7ê: Tevgerên Rûsyayê yên li Sûriye û Ûkraynayê nayên qebûlkirin
    Ji G7an daxuyaniyeke tije tawanbarî bo Rûsyayê
    Trump: Di mijara lihevkirina bi Rûsyayê re tu delîl tune ne
    Simonyan rapora 'midaxeleya Rûsyayê' nirxand: Her kes dikare biçe mala xwe
    Etîketan:
    Servîsa Ewlekariyê ya Ûkraynayê, RÎA Novostiyê, SBU, Kirill Vışinskiy, Yelena Gitlyanska, Kiev, Rûsya, Ûkrayna
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de