17:10 24 Gulan 2018
    Turîstên rûsî

    Piraniya turîstên rûsî Tirkiye bijartin

    © Sputnik / Nina Zotina
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku di meha gulanê de jî piraniya hemwelatiyên rûsî ji geştê Tirkiye bijartin. Tê pêşbînîkirin ku îsal 6 milyon turîstên rûsî derbasî Tirkiyeyê bibin.

    Ajansa Turîzm a Federal a Rûsyayê (Rosturizm) di daxuyaniya xwe de ragihand ku di Cejna Karkeran a 1ê Gulanê û Cejna Serkeftin a 9ê Gulanê de dîsa hemwelatiyên rûsî ji bo geştê Tirkiye bijart.

    Li gor daxuyaniya rosturizmê, ji sedî 52.3yê hemwelatiyên rûsî ji bo geştê Tirkiye bijartin û li gor rêjeyê Tirkiye di rêza yekemîn de ye. Qibris di bi rêjeya 10.7 duyemîn û noqteyên betlanê yên li Rûsyayê jî bi sedî 7.2an kete rêza sêyemîn.

    Di vê navberê de li gor danayên fermî di çar mehên sala 2018an de hejmara turîstên rûsî ku Tirkiye bijartin li gor mehên sala borî ji sedî 60 zêdetir bû. Li gor peşbîniyên rayedarên fermî dê 6 milyon turîstên rûsî Îsal serdana Tirkiyeyê bikin.

    Bi heman mijarî:

    Tirkiye di bijartina turîstên rûsî de wê têkeve rêza yekem
    Dîplomatê rûsî: Ji bo turîstên me welatên herî bi problem Tayland û Tirkiye ye
    Hejmara turîstên Rûsî yên ku çûne Tirkiyeyê 10 qat zêde bûye
    Turîstên rûsî di rezervasyona xwe ya Tirkiyeyê de guherînê dikin
    Hejmara turîstên ku ji Rûsyayê derbasî Tirkiyeyê bûn ji sedî 816 zêde bûn
    ‘Hejmara Turîstên New Yorkê wê di rûyê Trump de kêm bibe'
    Erdogan: "Hejmara turîstên me derkete 40 milyonî"
    Etîketan:
    Piraniya turîstên rûsî serdana Tirkiyeyê kirin, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de