18:08 21 Gulan 2018
    Sergey Lavrov

    Lavrov bertek da biryara Amerîkayê ya Qudsê: Hûn nikarin yekalî tevbigerin

    © Sputnik / Nina Zotina
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 01

    Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bertek nîşanê biryara Amerîkayê ya di derbarê Qudsê de da û got “divê ev biryar bi yekalî neyê dayîn.”

    Piştî ku Trump biryar da ku wezareta Amerîkayê ya Îsraîlê li Qudsê vebe, îro Wezareta Amerîkayê li Qudsê bi merasimekê ve hat vekirin. Lavrov piştê civîna bi wezîrên Misrê re hat kirin di derbarê biryara Amerîkayê de daxuyanî hat dayîn.

    Lavrov di daxuyaniyê de destnîşan dike ku "Rûsya vê biryara Amerîkayê erênî nabîne û me vê nêrîna xwe beriyê de gelek caran anî ziman, her wiha Serokê Rûsyayê Vladimî Pûtîn jî di vê meselê de heman tiştê dubare kiribû."

    Lavrov axaftina xwe wiha domand: Di derbarê meseleya Flistîn û Îsraîlê de hin biryarên navneteweyî hene, Amerîka di nirxandina van biryaran de nikare yekalî tevbigere û biryar bide.

    Bi heman mijarî:

    Netanyahu: Di her rewşê de Quds paytext e
    Filîstîn bersiva Trump da: Quds ne ya firotinê ye
    Erdogan: Quds biçe Medîne û Stenbol jî diçe
    RHÎ: Quds wekî paytextê du dewletan qebûl kir
    Etîketan:
    Filistîn, Mijara Qudsê, rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de