18:09 21 Gulan 2018
    Kazakistan - Astana

    Amerîka bo cara ewil tev li civînên Astanayê nebe

    © Sputnik / Alexandr Kryazhev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezareta Karên Derve ya Qazaxistanê ragihand ku Amerîkayê tev li civînên Astanyê yê bi mijara Sûriyê yê tûra 9emîn nabe.

    Rayedarê Wezareta Karên Derve ya Qazaxistanê Aydarbek Tumatov ji çapemeniya rûsî re axift û diyar kir ku dê Amerîka tev li civînên Astanyê yên ku îro û sibe were lidarxistin, nebe. Tumatov da xuyakirin ku Amerîka ji bo beşdarnebûna xwe tu sedem aşkere nekiriye.

    Balyozê Amerîkayê yê li Astanayê jî piştrast kir ku Washington tev li civînan nabe.

    Amerîka beşdarî di civînên heta niha de kiribû û nûnerên xwe şandibûn.

    RÛSYAYÊ LAVRENTYEV Û TIRKIYÊ JÎ ONAL TEMSÎL DIKE

    Di hevdîtinan de aliyê rûsî Nûnerê Taybet ê Serokatiya Rûsyayê Aleksandr Lavrentyev, aliyê tirkî Cîgirê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Sedat Onal û aliyê îranî jî Cîgirê Wezîrê Karên Derve Huseyin Caberî Ensarî temsîl dike.

    Tê payîn ku alî li ser herêmên ku ragêşî lê tê kêmkirin, rewşa mirovî ya sûriyê, korîdorî mirovî gotûbêj bikin û ji bo çareseriya pirsgirêkan çareseriyê biaxivin.

    Alîyên peywendîdar ên ku îro hatin ligel hev hevdîtinên du alî pêk tînin. Xalên sereke yên hevdîtinê dê sibe werin lidarxistin.

    Bi heman mijarî:

    ‘Çîn dixwaze beşdarî proseya Astanayê bibe, lê Enqere li dijî derdikeve’
    Lavrov: Ji bo normalîzebûna Sûriyeyê divê di formata Astanayê de bergirî werin girtin
    De Mistura: Pêvajoya Astanayê gihaşt sînorên derfetên xwe
    Lavrov, Çavuşoglu û Zerîf li Astanayê daxuyaniyeke hevpar dan
    Lavrov: Kesên ku dixwazin Sûriyeyê parçe bikin ji encamên Astanayê ne razîne
    Pisporên rûsî, îranî û tirk li Astanayê mijara Sûriyeyê diaxivin
    Etîketan:
    Herêmên ku rageşî lê tê kêmkirin, Hevdîtinên Astanayê, Qazaxiatan, Astana
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de