07:18 26 Gulan 2018
Keştiya Amerîkayê ya bi navê USS Harry Truman

'Firqateyna rûsî gav bi gav keştiya balafiran a Amerîkayê dişopîne'

U.S. Navy
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Firqateyna Yaroslav Mudriy a rûsî ku bi komleksa moşekan a keştîparêz a bi navê 'Ûran'ê hatiye teçhîzatkirin, li rojhilatê Deryaya Spî keştiya balafiran a USS Harry Truman a Amerîkayê gav bi gav dişopîne.

Li gorî nûçeya televîzyonê ya ITVa îngilîz herdu keştiyên Yaroslav Mudrıy û USS Harry Truman ên ku cara pêşîn beriya 2 salan rastî hevdu hatibûn, li rojhilatê Deryaya Spî careke din rastî hev hatin.

Peyamnêrê ITV yê ku çû serdana USS Harry Truman, anî ziman ku firqateyna rûsî her gava keştiya balafiran a amerîkayî dişopîne.

Peyamnêrê ITVê anî ziman ku vê carê wekî beriya 2 salan ti pirsgirêk di navbera wan keştiyan de derneket û diyar kir ku her du keştiyan ji bo astengkirina bûyerên metirsîdar bi rêya xetên ragihandinê yên serdema Şerê Sar danûstandin kiriye.

 

Bi heman mijarî:

Rûsyayê welatiyên xwe yên li Tirkiyeyê hişyar kirin
Wezareta Rûsyayê: Li hin welatan ceribandinên çekên nukleerî tên veşartin
Peskov: Piştê van êrîşan ku li ser Sûriyê hatin kirin heqê Rûsyayê heye gelek gavan bavêje
Cîgirên wezîrên derve yên Îran û Rûsyayê çarenûsa peymana nûkleerî gotûbêj kir
Etîketan:
keştiyên rûsî, Deryay Spî
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de