20:57 22 Gulan 2018
    Balafirên Tu-95

    Balafirên Rûsya û Amerîkayê rûbirûyê hevdu hatin

    © Sputnik / Press service of the Ministry of Defence of the Russian Federation
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat diyarkirin ku 2 balafirên F-22 yên Fermandariya Hewayî û Parastina Fezayê ya Amerîkaya Bakur (NORAD) li herêmeke nêzikî perava Alaskayê astengî li pêş 2 balafirên Tu-95 ên Rûsyayê derxistiye.

    Balafirên şer ên Amerîkayê li cihên cuda yên cîhanê çalakiyên xwe yên ji bo astengkirina balafirên rûsî didomîne. Balafirên herdu welatan îcar li ser Alaskayê rûbirûyê hevdu hatin. NORADê di daxuyaniya xwe de îdia kir ku 2 balafirên Tu-95 ên bombebaranê yên xwediyê kapasîteya çekên nukleerî li nêzikî perava Alaskayê hewl dane têkevin Herêma Nasînê ya Parastina Hewayî ya Amerîkaya Bakur.

    Hat ragihandin ku li ser vê 'binpêkirina' balafirên rûsî 2 F-22 heta ku herdu Tu-95 ji herêmê derketin, ew şopandine.

    RÛSYA: FIRÎNA BI PLAN JAT KIRIN

    Wezareta Parastinê ya Rûsyayê daxuyand ku balafirên wan ên Tu-95 li ser deryayên navdewletî yên Cemeda Bakur, Deryaya Beringê û Deryaya Ohotskê bi awayekî plan firiyane.

    Wezaretê diyar kir ku ji bo balafirên Tu-95 ên li hewayê sotemeniya xwe dagirtin, herdu balafirên Mig-31 û Su-35 refakat kirine. Wezaretê herwisa derbirî ku mesafeya di navbera balafiran de daneketiye binê 100 mitroyan.

    Bi heman mijarî:

    Rûsyayê welatiyên xwe yên li Tirkiyeyê hişyar kirin
    Wezareta Rûsyayê: Li hin welatan ceribandinên çekên nukleerî tên veşartin
    Peskov: Piştê van êrîşan ku li ser Sûriyê hatin kirin heqê Rûsyayê heye gelek gavan bavêje
    Etîketan:
    NORAD, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de