07:52 25 Gulan 2018
    Pantsir-S

    Pisporên rûsî eşkere kirin: Pantsir-S1a ku Îsraîlê rûxand ne aktîf bû

    © Sputnik / Evgeny Biyatov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Pisporên leşkerî yên rûsî di axaftina xwe de ragihand ku pergala parastina moşeka hewayî Pantsir-S1 a rûsî ku di envantera artêşa Sûriyeyê de ye û ji aliyê Îsraîlê ve hat rûxandin ne aktîf bû.

    Pisporê leşkerî yê rûsî Konstantîn Sîvkov di axaftina xwe ya ajansa Spûtnîkê de ji bo vîdyoya ku artêşa Îsraîlê belav kiribû got: "Bi 70 moşekî êriş kirin û moşekan pergala parastina hewayî hedef girtin. Wek tê dîtin Pantsir-S1 tê xistin. Di êrişê de moşeka tankşêk a ku ne supersonîk e hatiye bikaranîn. Pergala parastin a Pantsir-S1 dema hat rûxandin ne aktîf bû."

    Kenstantîn Sîvkov di berdewamiya axaftina xwe de got: "Di diîmênan de jî tê xuyakirin ku muretebat sîstemê naxebitîn. Eger sîstem ji şer amadebûna wê moşek bixistana."

    Sîvkov di dirêjiya axaftina xwe de got: "Yanî li vir em behsa sîstema ku ji şer re ne amade dikin. Di vir de ti tiştekî taybet an jî ku neyê fêmê tuneye."

    Bi heman mijarî:

    Rudskoy: Pergalên hewayî yên Sûriyeyê ji 103 moşekan 71 moşek asteng kirin
    ‘Îsraîlê ji bo ku Îranê moşek vediguhestin baregehên Sûriyeyê ew bombe kirin'
    Trump: Amade be Rûsya, moşek dê werin
    Hûsiyan 3 moşek avêtin Erebistana Siûdî
    Hûsiyan moşek avêtin Riyadê
    Trump: Rûsya amade be, moşek tên
    'Amerîkayê ji bo YPGê moşek şandin'
    Etîketan:
    pergala parastin a Pantsir-S1, Konstantîn Sîvkov, Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de