17:03 26 Gulan 2018
Alîkarê serokê Rûsyayê Dmîtrî Ûşakov

Rûsya: Biryara ‘vekişandina Amerîkayê ji peymana nukleerî' ya bi Îranê re xeletî ye

© Sputnik / Alexei Druzhinin
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Cîgirê Serokê Dewleta Rûsyayê Yurî Ûşakov diyar kir Biryara ‘vekişandina Amerîkayê ya ji peymana nukleerî' ya bi Îranê re biryareke zû ye û xelet e. Ûşakov, "Rûsya hewil dide ku peyman hilneweşe."

Ûşakov derbarê biryara Serokê Amerîkayê ya vekişîne ji peymana nukleerî ya bi Îranê re ji rojnamegeran re axivî. Ûşakov wiha axivî:

"Bi ya min pêwist e peyman di her mercî de were parastin, lewra ev peyman ne tenê ji bo herêmê herwiha ji bo tevahiya îstîqrara dinyayê girîng e. Ji aliyêkî din ve peyman ji bo ku çekên nukleer neyên belavkitin jî gelek girîng e."

Ûşakov, "Em biryara Amerîkayê ya di vî warî de bilêz û xelet dibînin, ji bo ku peyman neyê betalkirin û di demên pêş de jî berdewam bike em dixebitin, di vî warî de çi ji destê me tê, em dikin."

 

 

Bi heman mijarî:

Cîgirên wezîrên derve yên Îran û Rûsyayê çarenûsa peymana nûkleerî gotûbêj kir
Çîn ji bo parastina peymana nukleerî amade ye ku tiştê ji dest were bike
Boeing û Airbus peymana bi 40 milyar dolarê ya bi Îranê re betal kirin
Yekîtiya Ewropayê: Em ê peymana nukleerî ya Îranê biparêzin
Lavrov: Em ê girêdayî peymana nûkleerî bimînin
Etîketan:
Peymana nukleerî, Yuriy ÛŞAKOV, Îran, Amerîka, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de