11:10 24 Gulan 2018
    Balafirên MiG-31 ên ku bi moşekên Kînjalê hatine teçhîzatkirin

    Amerîkayê qebûl kir ku Kînjalên rûsî bêhempa ne

    © Sputnik / Vladimir Sergeev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Kovara leşkerî ya navenda wê li Amerîkayê The National Interest (NI) nivîsî ku pergalên moşekên hîpersonîk ên Kînjalê(Xencer) ên Rûsyayê li ti devereke din a dinyayê tine ne.

    Edîtorê parastinê yê kovarê Dave Majumdarî di gotara xwe de behsa wan moşekên hîpersonîk ên Kînjalê kir ên ku Rûsya hildiberîne.

    Majumdarî wiha nivîsî, "moşekên ji hewayê tên avêtin, li dinyayê li cem kesî tine ne, lewra Moksow heq e ku dibêje, tiştekî ku bişibe Kînjalê ji bilî Rûsyayê li nik ti kesî tine.

    Nivîskarî bal kişand ser wê jî ku şiyanên moşekên Kinjalê hene ku 'di dema firînê de manewrayan bike û di ser sûrgehên ne diyar re bifire" ku li ser bingehên moşekên Îskenderê hatine bipêşdexistin û diyar kir ku ev taybetiyên van moşekan gelekî zehmet dike ku aliyê din bergiriyê li wan bike.

    Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtînî Adara borî di Meclisa Federal de axiftibû û cara yekem behsa moşekên Kînjalê kiribû. Piştî wê jî bo cara yekem di Cejna Serfiraziyê ya 9ê Gulanê de li Qada Sor hat nîşandan.

    Balafirên Mig-31ê yên rûsî ji nû ve hat optîmîzekirin da ku moşekên gelekî giran hilgire ku ew balafir bi lezgîniya xwe ya zêde, ji bo belavkirina Kînjalan guncav e. Moşekê ku ji bilindahiya 10 kîlometreyan tê avêtin, bi pergala kûmandaya areodînamîk dikare manewrayan bike û ji herêmên xeter derbas bibe.

    Moşek dikare li wan armancan xîne yên ku pergalên parastinê yên aliyên din nagihêjê wan ên bi qasî 2 hezar kîlometreyan dûr in.

    Bi heman mijarî:

    'Rûsyayê Tirkiye hişyar kir eger nêzî Amerîkayê bibî, em ê we ji Efrînê derxin
    Rûsyayê li Hmeymimê çend armancên hewayî rûxandin
    Yildirim: Em ji Ewropayê dûr nakevin û Ewropa nikare têkiliyan bi Rûsyayê re bibire
    Ji G7an daxuyaniyeke tije tawanbarî bo Rûsyayê
    Wezareta Rûsyayê di derbarê zirweya di navbera herdu aliyên Koreyê de daxuyanî da
    Rûsyayê li ser bûyera Skripal daxuyanî da
    Etîketan:
    moşekên Kînjal, Dave Majumdar, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de