04:32 28 Gulan 2018
Berhemên çandinî - Fêkî û sewze

Dibe Rûsya îtxalata firingî û xeyaran asteng bike

© Sputnik / Vladimir Pesnya
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Ajansa venêrîn a berhemên çandinî ya Rûsyayê (Rosselhoznadzor) ragihand ku di nava sewzeyên ji Ermenistanê îtxal bûn de hinek madeyên bi zirar hatin tespîtkirin.

Berhemên çandinî - Fêkî û sewze
© Sputnik / Vladimir Pesnya
Ajansa venêrîn a berhemên çandinî ya Rûsyayê (Rosselhoznadzor) ragihand ku di nava sewzeyên ji Ermenistanê îtxal bûn de hinek madeyên bi zirar hatin tespîtkirin, dibe di îtxalata firingî û xeyaran de astengiyeke demkî were kirin.

Rosselhoznadzorê di berdewamiya daxuyaniya xwe de got: "Kontrola berhêmên çandinî ku ji Ermenistanê bi rêya deriyê sînor ê Verhniy Larsê Osetyaya Başûr tê kirin hatiye zêdekirin. Di nava 3-9ê Gulanê de di nava firîngiyan de 7 madeyên zirar û di nava xeyaran de jî madeya frankliniella occidentalis hat tespîtkirin."

Li gor daxuyaniya Rosselhoznadzorê berhemên çandinî hatine vegerandin û ji bo ihlalan Wezareta Çandinî ya Ermenistanê hatiye hişyarkirin ku ji bo dubare nebe tedwîrên pêwist wergirin.

 

 

Bi heman mijarî:

Cîgirên wezîrên derve yên Îran û Rûsyayê çarenûsa peymana nûkleerî gotûbêj kir
Keştiyeke nû ya moşekan li hêzên Rûsyayê hat zêdekirin
Li mezintirîn bajarekî Rûsyayê li dijî polîsan êrişek pêk hat
Rûsyayê eşkere kir bê çima Amerîkayê fînansekirina Xûzeyên Spî rawestandiye
Kremlînê bersiv da SIPRIya ku digot lêçûnên leşkerî yên Rûsyayê kêm bûne
Etîketan:
Îtxalata fêkî, Ermenistan, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de