17:04 26 Gulan 2018
Wezîrê Karê Derve Yê Rûsyayê Sergey Lavrov

Lavrov: Biryara Amerîka ya Îranê, li dijî biryara KENYê ye

© Sputnik /
Rûsya
Lînkê kurt
0 01

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, li ser vekişîna Amerîkayê ji peymana nukleerî ya Îranê got ku biryara Amerîkayê li dijî biryarên Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ye.

Benyamîn Netanyahu
© REUTERS / Jaime Saldarriaga
Lavrov di civîna hevpar a digel Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas de fikarên Rûsyayê yên derbarê vekişîna ji peymana nukleerî anîn ziman û got, "Di heman demê dev ev pêngav, bi awayekî cidî biryara KENY a bi jimar 2231ê binpê dike."

Lavrov da xuyakirin, "Em berteka Îranê ya bi pîvan li dijî vê biryarê pîroz dikin. Lewara divê hemû encamên biryara Washingtonê werin nirxandin. Biryarên lezgîn fêdê nadin. Pêwîst e Almanya, Fransa, Brîtanya, Çîn û Îran vê nirxandinê bikin."

Lavrov herwiha diyar kir ku Rûsya li ser vê mijarê dixebite û dê di demeke herî nêzîk de nêrîna xwe eşkere bike.

Bi heman mijarî:

Netanyahû: Îranê xeta sor dabezand
Erdogan û Pûtîn li ser mijara Îranê axivîn
HDPê strana kurdî ya hilbijartina serokomariyê weşand: Tu dikarî!
Ahmet Turk: Di hilbijartinan de teqez ez dê nebim namzet
Etîketan:
Peymana nukleerî, Îran, Amerîka, Almanya, Lavrov, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de