20:55 20 Gulan 2018
    Tehran - Îran

    Cîgirên wezîrên derve yên Îran û Rûsyayê çarenûsa peymana nûkleerî gotûbêj kir

    © Fotolia / Borna_Mir
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkov li Tehranê bi hevkarê xwe yê îranî Ebas Arakçiyî re civiya. Herdu li ser wan gavan axivîn ên ku piştî vekişîna Amerîkayê ji peymana nûkleerî ya navbera Îran û welatên P5+1ê.

    Li gorî daxuyaniya Wezareta Derve ya Rûsyayê, Ryabkov û Arakçi pêngavên muhtemel ên sepandina peymana nûkleerî ya wek Plana Çalakiya Hevpar a Berfireh(JCPOA) tê nasîn piştî biryara Amerîkayê gotûbêj kirin.

    Ryabkovî diyar kir ku Rûsya pabendiya xwe ya bi peymanê diparêze. Lihevkirin çêbû ku kordînasyoneke berfireh dewam bike da ku hevkariya navbera herdu aliyan were dabînkirin.

    "ÎRAN PABENDÎ PEYMAN Û HEVKARIYA UAEKÊ YE"

    Herwiha Ryabkov derbarê civînê de ji medyaya rûsî re axift û got ku Arakçiyî jî piştrast kiriye ku Tehran pabendî peymanê û hevkariya li Saziya Enerjiya Atomî ya Navneteweyî(UAEK) ye.

    'EM Ê LI SER KÛRKIRINA HEVKARIYA XWE LI GEL ÎRANÊ BERDEWAM BIN'

    Ryabkovî teqez kir ku li gel helwesta Amerîkayê jî Rûsya dê hevkariya xwe ya li gel Îranê kûr bike.

    Arakçi di dema gotûbêjên navbera Îran û welatên P5+1ê de wek sermuzakerevan li ser maseyê bû.

     

    Bi heman mijarî:

    Li Rûsyayê kerxaneya robotên seksê vedibe
    Li Rûsyayê hirç bû hakemê lîstika fitbolê
    Îran tev li Yekîtiya Aboriyê ya Ewrasyayê ya bi pêşengiya Rûsyayê dibe
    'Rûsyayê Tirkiye hişyar kir eger nêzî Amerîkayê bibî, em ê we ji Efrînê derxin
    Yildirim: Em ji Ewropayê dûr nakevin û Ewropa nikare têkiliyan bi Rûsyayê re bibire
    Pêşbirka bedewiyê Bedewa Rûsyayê 2018an hat lidarxistin
    Etîketan:
    peymana nûkleerî ya Îranê, Sergey Ryabkov, Ebbas Arakçî, Rûsya, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de