20:54 20 Gulan 2018
    Dmitriy Peskov

    Peskov: Biryara Amerîkayê parastineke niximandî dihewîne

    © Sputnik / Sergei Guneev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê Kremlinê Dmitriy Peskovî got ku biryara Amerîkayê ya vekişîna ji peymana nûkleerî ya navbera Îran û welatên P5+1ê, parastineke niximandî dihewîne.

    Peskovî di civîna rojnamevaniyê ya îro de biryara Amerîkayê ya vekişîna ji peymana nûkleerî nirxand. Peskovî teqez kir ku biryara Serokê Amerîkayê Donald Trumpî, parastineke niximandî dihewîne û normên Rêxistina Bazirganiyê ya Cîhanê bin pê dike.

    Herwiha Peskovî got ku "di vê mijarê de gelek îşaret hene. Wek hûn dizanin, paytextên Eweropayê, Parîs di nav de, li ber raya giştî ragihand ku ji wê yekê aciz in ku ziyan bigihêje wan şirketên Ewropa û Fransayê yên li Îranê dixebitin û dê tûşî mueydeyên Amerîkayê bên" û wiha dewam kir: Li vê derê bi awayekî fîîlî parastineke niximandî heye. Ev gav ji serî heta binî bi normên Rêxistina Bazriganiyê ya Cîhanê re nakok in. Bêguman, divê bi beşdarbûna hiqûqnasan xebateke berfireh were kirin."
    Ji aliyê din ve, Peskovî diyar kir ku dîtineke wiha li nik wan çêbûye ku siyasetvanên Ewropayê ji bo berjewendiyên xwe yên neteweyî biparêzin dê hemû mekanîzmeyên navneteweyî bixebtînin.

    Bi heman mijarî:

    Balyozê berê: Îran hewl dide bi milîsên xwe bandorê li hilbijartinên Iraqê bike
    Îran: Prensê Siûdî hedê xwe derbas dike
    Ji Trump daxuyaniya 'êrîşa kîmyewî': Putin û Îran jî berpirsyar in
    Îran: Ev planeke nû ya li dijî Sûriyeyê ye
    Îran: Yekîtiya Ereban li dijî Îranê bi awayekî dijminane tevdigere
    ‘Em nahêlin Îran li Sûriyeyê bihêz bibe'
    Etîketan:
    Donald Trump, Dmitry peskov, Parîs, Amerîka, Rûsya, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de