20:59 22 Gulan 2018
    Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û hevkarê wî yê almanî Heiko Maas

    Lavrov: Him Îran û him Îsraîl jî naxwazin rageşiyê zêde bikin

    © Sputnik / Eduard Pesov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrovî îro piştî civîna xwe ya li gel hevkarê xwe yê almanî Heiko Maasî got, "Îran û Îsraîl herdu teqez dikin ku naxwazin rageşiyê zêde bikin."

    Lavrovî got," têkilîdarî zêdebûna rageşiya navbera Îran û Îranê, em dibînin ku ev beralîkirin gelekî fikaran çêdike û em li ser wê fikirê ne ku hemû pirs bi diyalogê werin çareserkirin."

    Herwiha wezîrê rûs got, "Îran û Îsraîl ji me re teqez dikin ku niyeta wan tine ku rageşiyê zêde bikin lê dîsa jî ev bûyer çêdibin."

    Li ser dosyaya nûkleerî ya Îranê, Lavrovî destnîşan kir ku piştgiriyê dide pêkanîna ş^wiran ji bo diyarkirina wan pêngavan ên ku dê rê li ber parastina peymana nûkleerî ya Îranê veke.

    Herwiha Lavrovî li ser vekişîna Amerîkayê ji peymana nûkleerî jî axift û diyar kir ku li dijî biryarên Konseya Ewlekariyê ya NYyê û teqez kir ku divê encamên vê gavê werin nirxandin.

    Ji aliyê din ve, Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maasî ragihand ku welatê wî wek Rûsyayê difikire ku divê peymana nûkleerî were parastin.

    Bi heman mijarî:

    Serokê Nuceba: Hetanî Îsraîl têk neçe em nasekinin
    Qasim Silêmanî Îsraîl tehdîd kir: Divê were tinekirin
    Îsraîl texmîn dike ku nîvê sîstemên parastina hewayî yên Sûriyê îmha kiribe
    Îsraîl: Em dixwazin hîn bibin wê pirsgirêka kurdan çawa çareser bibe?
    Haaretz: Îsraîl li Sûriyeyê piştgiriya 7 grûbên çekdar dike
    Etîketan:
    Heiko Maas, Sergey Lavrov, Îsraîl, Almanya, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de