05:33 22 Gulan 2018
    Sergey Ryabkov

    Rûsya: Li beramberî Amerîkayê be jî, em ê peywendiyên xwe bi Îranê re xurt bikin

    Sputnik
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkov diyar kir ku li beramberî biryara Amerîkayê ya vekişîna ji peymana nuleer, em ê dîsa jî peywendiyên xwe yên ligel Îranê bi pêş bixin û xurt bikin.

    Ryabkov ji bo çapemeniya Rûsyayê li ser biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a ji bo vekişîna ji peymana nukleerê ya ligel Îranê axivî û behsa politikaya Moskowê ya piştî pêkanîna mueyîdeyan li hemberî Îranê kir.

    Ryabkov derbirî ku biryarên Amerîkayê wê ti bandorê li helwesta Rûsyayê neke û ev tişt anîn ziman, "Wekî ku Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê jî di daxuyaniya xwe de diyar kir, em ê peywendiyên xwe yên ligel Îranê bidomînin û xurt bikin."

    Trump beriya rojekê ragihandibû ku Amerîka ji peymana nukleerê vekişiyaye û dê li hemberî Îranê mueyîdeyan pêk bîne.

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Îsraîlê bo Îranê: Li heremê rakeşiyê aloztir nekin
    Macron got ku biryara Trump a Îranê ‘xeta’ ye
    Artêşa Îsraîlê: Hêzên Qûds ên Îranê nêzî 20 moşekan avêtin çeperên me
    Trump gef li Îranê xwar: Dê tiştin bibin!
    Bi biryara Trump a Îranê re bihayê petrolê 3.4%î zêde bû
    Etîketan:
    Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê, Sergey Ryabkov, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de