04:05 25 Gulan 2018
    Êrîşa Amerîkayê bi ser Sûriyeyê de

    Rûsya: DYA bi dorpêçên nû dixwaze fiyaskoya êrîşa ser Sûriyeyê telafî bike

    © AP Photo / Hassan Ammar
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezareta Derve ya Rûsyayê ragihand ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bi sepandina dorpêçên nû bi ser Rûsyayê de, hewil dide ku serneketina êrîşa 14ê Nîsanê ya Sûriyeyê telafî bike.

    Di daxuyaniya Wezareta Derve de hat diyarkirin ku Amerîkayê dorpêçên nû ji bo Rûsyayê xistine rojeva xwe û hat gotin, "Bêyî ku ti eleqeya welatê me pê hebe, bi awayê formalîte Rûsyayê binpêkirina hevkariya leşkerî ya bi Îran, Koreya Bakur û Sûriyeyê tawanbar dikin. Di rastiyê de jî tê xuyakirin ku hewil didin hesabê serneketin û fiyaskoya êrîşa 14ê Nîsanê ya ji aliyê Amerîka û Fransayê ve li ser Sûriyeyê hatiye kirin, bipirsin."

    'JI 105 MOŞEKAN, 22 GIHÎŞTIN ARMANCAN XWE'

    Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku wezaretên berevaniyê yên Amerîka, Fransa û Brîtanyayê didin xuyakirin ku hemû moşek li armancên xwe ketine, lê Sererkaniya Rûsyayê bermayiyên moşekan pêşan daye û hatiye zanîn ku ji 105 moşekan tenê 22yan ji wan gihîştine armancên xwe.

    Wezaretê got, "Xistina beşeke mezin ji wan moşekan, nîşan dide ku yekîneyên parastina hewayî yên Sûriyeyê perwerdeyeke baş a leşkerî wergirtine."

    Bi heman mijarî:

    Li navenda paytexta Ewropayê dengê çekan
    Li Şirnexê wesayîta xwendekaran qeza kir, gelek kes birîndar bûn
    YSKê ragihand: 6 namzed dikevin pêşbirka serokomariya Tirkiyeyê
    Li Enqerê 1770 kes hatin binçavkirin, ji wan 172 hatin girtin
    Pûtîn digel Konseya Ewlekariyê biryara DYAyê û êrîşên Îsraîlê yên ser Sûriyê nirxand
    Paşinyan: Nasîna Qerebaxê ya li qada navdewletî dê wê bi Ermenistanê re bike yek
    Etîketan:
    Sûriye, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de