11:14 24 Gulan 2018
    Bi Vladîmîr Pûtîn re xeta yekser

    Pûtîn digel Konseya Ewlekariyê biryara DYAyê û êrîşên Îsraîlê yên ser Sûriyê nirxand

    © Sputnik / Natalya Seliverstova
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn endamên daîmî yên Konseya Ewlekariya Rûsyayê re, li ser mijarên biryara vekişîna Amerîkayê ji peymana nukleerî ya Îranê û êrîşên şeva borî yên Îsraîlê li ser Sûriyeyê axivî.

    Berdevkê Kremlinê Dmitriy Peskov li ser civînê da xuyakirin ku yek ji babeta bingehîn biryara Amerîkayê ya vekişîna ji peymana nukleerî ya Îranê bû ku ew hat gotûbêjkirin.

    Peskov got, "Fikarên ji bo biryara Amerîkayê hatin nirxandin û car din girîngiya wê belgeyê (peymana nukleerî) hat destnîşankirin."

    Berdevkê Kremlinê Peskov herwiha da zanîn ku di civînê de êrîşên şeva borî yên Îsraîlê bi ser Sûriyeyê de jî di nav de, rewşa Sûriyeyê di civîna ligel Pûtîn de hatiye nirxandin û derbarê hevdîtina Pûtîn-Netanyahû de jî danûstandin hatiye kirin.

    Peskov di berdewamê de diyar kir ku di civînê de pirsên navxweyî yên Rûsyayê jî hatine rojevê û Roja Serfiraziyê 9ê Gulanê hatiye pîrozkirin.

    Bi heman mijarî:

    Iraq: Roja hilbijartinan balafir ranabin, derî girtî ne
    Paşinyan: Nasîna Qerebaxê ya li qada navdewletî dê wê bi Ermenistanê re bike yek
    Trump gef li Îranê xwar: Dê tiştin bibin!
    Pûtîn û Netanyahu li Kremlînê li ser rewşa Rojhilata Navîn axivîn
    Erdogan: YPG bi çekên ku ji Amerîkayê stendine sînorên me tacîz kirin
    Mueydeyên li ser Îranê dê çiqasî bandorê lê bikin û kî dê herî zêde sûdê jê bigire?
    Gina Haspel: CIAyê dê qet û qet venegere bernameya tund a lêpirsînê
    Piştî daxuyaniya HSDê, Hevpeymaniyê jî daxuyaniyek da: Em ê li gel hevparên xwe bin
    Etîketan:
    Peymana Nukleerî, Pûtîn, Îran, Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de