07:06 26 Gulan 2018
Serrokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn

Pûtîn û Netanyahu li Kremlînê li ser rewşa Rojhilata Navîn axivîn

© AP Photo / Ivan Sekretarev
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Kremlinê ragihand ku Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu yê ku di çarçoveya Merasîmên Serfiraziyê yên 9ê Gulanê serdana Moskowayê kir bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re civiya.

Malpera fermî ya Kremlînê ragihand ku Pûtîn û Netanyahu îro 9ê Gulanê Roja Seiraziya Rûsyayê li Kremlînê li ser rûdanên dawî yên li Rojhilata Navîn, têkoşîna li dijî faşîzm û nazîzmê û peywendiyên dualî axivîn.

Pûtîn derbirî ku rewşa dawî ya Rojhilata Navîn cidî ye û got hêvîdar im di van mijaran zexm de ligel Netanyahu rêyên çareseriyê peyda bikin.

‘NÊZÎKATIYA LI DIJÎ NAZÎZMÊ RÛSYA Û ÎSRAÎLÊ TÎNE BA HEV'

Pûtîn ji ber ku tev li çalakiyên Roja Serfiraziyê li Moskowayê bûye spasiyên xwe pêşkêşÎ Netanyahuyî kirin.

Serokê rûsî destnîşan kir ku ew dizanin bê li Îsraîlê çawa li faşîzmê û nazîzmê dinêrin û got ev helwest Rûsya û Îsraîlê tîne ba hev.

‘EM HER TIM ÇALAKIYÊN KU JI RÛSYAYÊ SERFIRAZÎ ANÎN BI BÎR TÎNIN'

Serokê Îsrîlî jî got dersên ku ji Şerê Duyem ê Cîhanê derxistine tu car ji bîr nekirine û da dupat kir ku ew her tim çalakiyên ku ji Rûsyayê re serfirazî anîn bi bîr tînin.

Bi heman mijarî:

Ji Pûtîn tevgerek mînak: Nehişt Xaziyê rûs ji wî dûr bixin
Barzanî û Pûtîn li ser bihêzkirina pêwendiyên Rûsya li gel Herêma Kurdistanê li hev kirin
Pûtîn û Paşinyan li ser bihêzkirina têkiliyan axivîn
Pûtîn: Divê em ne wekî xiyarên nav fiçiyê bin!
Koşka Spî: Trump destpêkirina heyama nû ya seroktiya Pûtîn pîroz kir
Li gorî almanî, frensî û îtaliyan xurttirîn serokê dinyayê Pûtîn e
Etîketan:
Peywendiyên dualî, Nazîzm, Faşîzm, Merasîmên Serfiraziyê, Rewşa dawî ya Rojhilata Navîn, Hevdîtin, Kremlîn, Pûtîn, Valdîmîr Pûtîn, Israîl, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de