07:58 25 Gulan 2018
    Nêçîrvan Barzanî - Vladimîr Pûtîn

    Serokê Rosneftê: Li Kurdistanê ji bo projeyên nû dixebitin

    © REUTERS / Alexei Druzhinin/Kremlin
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Heyeteke Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî li ser daxwaza Serokê Rosneftê Îgor Soçîn duhî çibû Moskowaya paytextê Rûsyayê.

    Serokê şirketa Rosneftê Îgor Soçîn di axaftina xwe de ragihand ragihand ku ew gelek kêfxweş in ku heyeta bi serokatiya Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Moskowayê ye û got: "Kar û xebata me li Herêma Kurdistanê gelek e. Rosneft wê xebatên xwe li Kurdistanê berfirehtir bike."

    Îgor Soçîn di merasîma Cejna Serkeftina Rûsyayê ya 73emîn de ji kanala Rûdawê re axivî û got: "Em gelekî keyfxweş in ku îro rêveberiya Herêma Kurdistana hatiye li gel me wê Cejna Serkeftinê pîroz dike. Karê me pir e, mijar li ser pêşxistina jêrxana wan herêman û gihandina wan berheman e. Gelek projêyên me yên hevbeş hem bi Kurdistanê re û hem jî bi Iraqê re."

    Li gor daxuyaniya serokê şirketa Rosneft a rûsî Îgor Soçîn xebata wan a Kurdistanê ji bo projeyên nû dewam dike.

    Bi heman mijarî:

    Rosneft 2.1 milyar dolarê da herêma Kurdistranê
    Reuters: Rosneft Kurdistanê û Iraqê nêzîkî hev dike
    Wezareta Petrolê ya lraqê: Şirketa Rosneft dikare li Kerkûkê kar bike
    'Rosneft û Gazprom xebatên li Kurdistanê ranawestînin'
    Rosneft ji % 60-70 tewaya nefta Kurdistanê ya ji bo eksportê dikire
    Etîketan:
    Serokê şirketa Rosneftê, Îgor Soçîn, Kurdistan, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de