17:05 26 Gulan 2018
Nikol Paşinyan

'Daxuyaniyên Paşinyan Azerbeycanê dixe nav fikaran'

© REUTERS / Gleb Garanich
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Nûnerê Fermî yê Wezareta Karên Derve ya Azerbaycanê ji RÎA Novostîyê re ragihand ku daxuyaniyên serokwezîrê nû yê Ermenistanê Nîkola Paşinyan ên di derbarê pirsgrêka Qarabaxê de, Bakûyê dixe nav fikaran.

Roja sêşemê Parlamentoya Ermenistanê serokê opozîsiyonê Paşinyan wek serokwezîrê welêt hilbijart.

Berî hilbijartinê Paşinyan ragihandibû ku ew amade ye bi hikumeta Azerbaycanê re li ser çareserkirina kêşeya Qarabaxê gotubêjan pêk bîne, lê bi şertê ku di wan gotûbêjan de Komara Nagorniy Qarabax jî beşdarî bike.

Gadjiyev di berdewamiya axaftina xwe de got: "Daxuyaniyên ewil yên serokwezîrê nû yê Ermenistanê Nîkola Paşînyan derbarê çareserkirina pirsgirêka Qerebaxê de gelek pirsan derdixe holê. Gelo ev ji xêfbûnê yan jî ji nezantiyê tê, yan jî ev wêrekiya serkeftinê ye, ango hemû bi hev re ye? Di pêşerojê de em ê bibînin."

Li gor gotinên Gadjiyev "ji destpêka proseyê, Azerbaycan digot ku hêvîdar e wê li Ermenistanê hêzên bi mentiq bêne desthilatê yên ku bikaribin rewşa herêmê bi aqilane binirxînin. Yan careke din nabe ku heman şaşîtiyan bikin."

Kêşeya Qarabaxê di sibata sala 1988an de dema Herêma Qarabaxê ya Xweser li ser vekişandina xwe ji Azerbaycana Sovyêtê ragihand destpê kiribû.

Di meha îlona sala 1991ê de Komara Nagorniy Qarabax hatibû îlankirin. Hikumeta Azerbeycanê di encama kêşeya leşkerî de kontrola Qerebaxê winda kir.

Bi heman mijarî:

Pûtîn: Divê em ne wekî xiyarên nav fiçiyê bin!
Şirketa rûsî hilberîna pola û vekirina fabrîqeya li Tirkiyê radiwestîne
Îran: Ji Amerîkayê re zimanê hêzê pêwîst e
Riyabkov: Îdîayên DYA li hember Îranê ne bi bernameya nukleerî ve girêdayîne
Li sînorê Herêma Kurdistanê û Tirkiyê leşkerekî tirk jiyana xwe ji dest da
Nêçîrvan Barzanî li Moskowê bi Pûtîn re dicive
Jina kurd li girtîgehê bi penceşêrê ketiye, pêwîstiya wê bi dermankirinê heye
Etîketan:
Paşinyan, Ermenistan, Azerbaycan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de