18:03 21 Gulan 2018
    Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov

    Ji Kremlînê bo Trump hişyariya Îranê

    © Sputnik /
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov ragihand ku li ser îhtimala vekişandina Amerîkayê ji peymana çekên nukleer ya sala 2015an ya bi welatên P5+1ê got ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn li ser vê yekê dê biryar bide û bivê nevê dê encamên neyîne derkevin holê.

    Di dema ku civaka navdewletî li benda biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a peymana çekên nukleer e, Kremlînê di vî warî de Koşka Spî hişyar kir.

    ‘PÛTÎN DÊ HINDEK BIRYARAN WERGIRE'

    Peskovî di civîna rojnamevaniyê de got, "Em dê bi rewşeke cidî re rû bi rû bimînin. Mijar dê li Moskowayê were gotûbêjkitin û dê Pûtîn hindek biryaran wergire."

    Peskov bi van gotinan Hişyarî da Washingtonê, "Hûn xeta biryardar a Serokê Dewleta ya Plana Tevgera Hevpar dizanin. Hûn helwesta Pûtîn baş dizanin ku dema peyman were xerakirin dê encamên neyînî.

    ‘HELWESTA PÛTÎN Û SEROKÊN EWROPÎ HEV DIGIRE'

    Ji Peskovî hat pirsîn bê ji bo ku Amerîka ji peymanê venegere hewil tên dayîn yan na. Peskov got da xuyakirin, "Helwesta Pûtîn hevgirtî û zelal e û bi helwesta serokên ewropî re hev digire" û lê zêde kir, welatên ewropî jî ligel wê yekê ne ku peyman were dewamkirin.

    Peskov peywendiya telefonî ya Pûtînî ya demek berê bi bi welatên Ewropayê Almanya, Fransa û welatên din bibîr xist.

    TRUMP ÎŞEV BIRYARA XWE AŞKERE DIKE

    Serokê Amerîkayê derbarê peymana nukleer de îşev saet 21.00an biryara xwe aşkere dike. Trump di daxuyaniyênxwe yên berê de diyar kiribû ku biryara xwe ya Îranê 12ê Gulanê aşkere bike lê ev biryar bi pêş de kişandibû û dabû zanîn ku heye ku cardin bo Îranê mueyîdeyan bisepîne.

    Bi heman mijarî:

    Kremlîn: Erdogan û Pûtîn bi rêya telefonê axivîn
    Kremlîn: Bêbingehiya tawanbariyên dînoke yên ser Rûsyayê tê piştrastkirin
    Kremlîn: Vekişîna nûnerê Yekîneyên Ewropa yê Moskowayê me xemgîn kir
    Kremlîn: Pûtîn û Trump bi rêya telefonê axivîn
    Kremlîn: îdiaya Johnsonê ‘dibe ku emrê kuştinê ji Pûtîn hatibe’ nayê qebûlkirin
    Etîketan:
    peymana çekên nukleerî, Daxuyanî, Hişyarî, Dmitry Peskov, Iran, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de