17:38 23 Gulan 2018
    Remezan Qadîrov

    Qadîrov: Bi saya Pûtîn gelê Çeçenistanê ji belaya terorê xelas bû

    © Sputnik / Said Tsarnaev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Komara Çeçenistanê ya girêdayî Federasyona Rûsyayê Remezan Qadîrov di axaftina xwe de ragihand ku bi saya Pûtîn xelkê çeçen terorîzm têk bir û ekonomiya xwe bi pêş xist.

    Serokê Komara Çeçenistanê ya girêdayî Federasyona Rûsyayê Remezan Qadîrov di axaftina xwe de ragihand ku bi saya biryarên bi îrade yên Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn xelkê çeçen terorîzm têk bir û ekonomiya xwe bi pêş xist.

    Remezan Qadîrov bi mûnasebeta destpêkirina serdam çaremîn a Pûtîn ji televîzyona Rossiya 1ê re got: "Çeçenistan veguherî. 18 sal berê rê, dibistan û binesazî tunebû. Ekonomî têk çûbû û rêjeya bêkariyê ji sedî sed bû. Pirsgirêka sereke jî teror bû. Bi saya biryarên bi îrade yên Pûtîn hem terorîzm têk çû hem ekonomi bi pêş ket û hem jî pirsgirêkên civakî hatin çareserkirin."

    Qadîrov di berdewawiya hevpeyvîna xwe de got: "Di nava 18 salan de jiyan li Çeçenistanê guherî. Çeçenistan perçeyek ji Rûsyayê û ji vê pir kêfxweş e. Ev jî serkeftina Pûtîn e."

    Bi heman mijarî:

    Qadîrov: Berî ku helikopter bikeve du leşkeran xwe jê avêt
    Qadîrov: Amerîka ‘hespa Troy' ji Îranê re amade dike
    Qadîrov: Amerîka durûtiyê dike
    Keça Qadîrov, koleksiyona xwe ya nû da naskirin
    Qadîrov ji Tirkiyeyê daxwaza îadekirina 3 milîtanên çeçen kir
    Etîketan:
    Serokê Çeçenistanê, Remezan Qadîrov, Çeçenistan, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de