01:35 26 Gulan 2018
Rêûresma Sondxwarinê ya Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtînî

Li gorî almanî, frensî û îtaliyan xurttirîn serokê dinyayê Pûtîn e

© REUTERS / Sergei Bobylyov
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Li gorî encamên şirketa frensî ya rapirsiyan a IFopê ku ji bo Spûtnîkê hatiye kirin, xelkên Almanya, Fransa û Îtalyayê xurttirîn serokê dinyayê, Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn dibînin.

Spûtnîkê di roja sondxwarina Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn de encamnameya rapirsiyan ya li welatên giring ên Ewropayê ên weke Almanya, Fransa, Brîtanya û Amerîkayê ya li ser nêrîna gel bo serokên dewletan belav kir.

Li gorî encamên rapirsiyê 34 ji sedê almanan, 34 ji sedê fransiyan, 38 ji sedê îtaliyan Pûtîn weke xurttirîn serokê dewletê dibîne. Ev rêje li Brîtanyayê 26 ji sedî û li Amerîkayê jî 23 ji sedî ye.

TRUMP DI RÊZA DUYEMÎN DE YE

Serokê Amerîkayê Donald Trump di rapirsiyê de di rêza duyemîn de cih girt. Li Fransayê 25 ji sedî, li Almanyayê 27 ji sedî, li Îtalyayê 29 ji sedî, li Brîtanyayê 33 ji sedî û li Amerîkayê jî 43 ji sedî deng ji Trumpî re derket.

ŞI Û MERKEL JÎ DI RÊZÊN PÊŞ DE CIH GIRT

Di rêza sêyemîn û çaremîn Serokê Dewleta Çînê Şi Cinping û Seroka Almanyayê Angela Merkelê cih girt.

Rêjeya kesên ku li Almanya, Fransa û Brîtanyayê Pûtîn weke bihêztirîn serok dibînin bêhtir jin in.

Rapirsî di 22-27ê Adarê de bi beşdariya zêdetirî 5 hezar kesên ku ji 18ê salî mezintire hatiye kirin.

Bi heman mijarî:

Peskov: Pûtîn dê pêşbirka ewil a Kûpaya Cîhanê temaşe bike
Kovara Timeê di berga xwe ya dawî de cih da wêneyê Pûtîn
Kremlin: Ji bo civîna Pûtîn û Trumpî, em li hêviya Washingtonê ne
Pûtîn û Înfantîno pasaportên xwe yên alîgiriyê yên Kûpaya Cîhanê wergirtin
Pûtîn di derbarê Kûpaya Cîhanê de axivî
Etîketan:
Serokê Dewleta Rûsyayê, Xurttirîn Serokê, Rapirsî, Vladimîr Pûtîn, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de