20:51 20 Gulan 2018
    Akkuyu

    Rosatom: Di dabînkirina veberdêran bo Akkuyuyê de ecela me tune ye

    © AFP 2018 / Ibrahim MESE / DOGAN NEWS AGENCY
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Midûrê Giştî yê Saziya Enerjiya Dewletê (Rosatom) ya Rûsyayê Aleksey Lihaçev ragihand ku di warê dabînkirinA veberdêran bo Santrala Nukleerî ya Akkuyuyê (NGS) ecela me tune ye.

    Akkuyu
    © AFP 2018 / Ibrahim MESE / DOGAN NEWS AGENCY
    Serokê Rosatomê Aleksey Lihaçev ji çapemeniya rûsî re axift.

    Ji Lihaçev hat pirsîn bê veberdêrên Akkuyuyê diyar bûne yan na. Li ser vê yekê Lihaçev got, "Di vî warî de hewildanên me hene bes em lez nakin."

    Lihaçev da xuyakirin ku ew hêvî nake ku îsal ji bo NGSyê veberdêrekî bibînin.

    Konsorsiyuma Rosaatom û Cengiz-Kolin-Kalyon di meha Hezîranê de protokola beşdarbûna sermayeya Akkuyu NGSê hatibû îmzekirin lê şirketan paşê xwe ji projeyê vekişandibû.

    Bi heman mijarî:

    ‘Akkuyu ji bo hemû herêmê nîşaneyeke baş e'
    Pûtîn û Erdogan di meha nîsanê de temelê Akkuyu davînin
    Akkuyu wê 13 hezar însan îstihdam bike
    Rosatom: Şirketên tirk, rûs û kendavê dixwazin tevlî sermayeya Akkuyu NGSê bibin
    Novak: Dibe ku Akkuyu heta sala 2023an temam bibe
    Etîketan:
    Aborî, Akkuyu, Aleksey Lihaçev
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de