17:36 23 Gulan 2018
    Uran-9

    Dîmenên tanka robot ya bi navê Uran- 9 hatin parvekirin

    © Foto: Youtube/ TV Zvezda
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rûsyayê tankeke nû bi navê Uran-9 ku wek tanka robot tê nasîn yekem car ji bo ceribandinê bi kar anî. Dîmenên Uran-9 li ser medyaya civakî gelek balê kişandin.

    Uran-9 li gorî tankên din biçûk e lê taybetiya wê ya herî mezin ew e ku bê mirov dixebite. Îro li gelek qadên cuda Uran-9 hat ceribandin. Di ceribandinan de performanseke serkeftî nîşan da. Uran-9 di heman demê de dikarte li çend hedefan bi hev re bixe û di heman demê de dikare baregehên leşkerî ji êrîşan muhafeze bike.

    Giraniya tankê 12 ton e. Li ser tangê topa 30 milimetrî ya bi navê 2A72 û tivinga otomatîk ya bi navê PKTM û roketavêjek li ser e.

    Bi heman mijarî:

    Pentagon: Me ji bo xweparastina meşrû tanka Sûriyê ruxand
    YPGê dîmenên rûxandina tanka Tirkiyeyê weşand
    Taybetmendîyên teknîkî yên tanka T-90 a Rûsî
    Tanka Rûsî T-14 bû tirsa leşkerên Amerîkî yên li Ewropayê
    Etîketan:
    ceribandin, tanka leşkerî, rusya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de