05:34 22 Gulan 2018
    Fîloya Rûsyayê

    Keştiyeke nû ya moşekan li hêzên Rûsyayê hat zêdekirin

    © AP Photo /
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rayedarê Wezareta Parastinê yê Rûsyayê Igor Digalo diyar kir ku keştiya moşekan a nû Vişniy Voloçek dê di nava vê mehê de beşdarî Hêzên Deryayî yên Rûsyayê bibe.

    Digalo îro di civîna xwe ya çapemeniyê de ev tişt gotin, "Vê gavê di çarçoveya 21 hezar û 631 projeyan de keçtiya biçûk a bi navê Vişniy Voloçek, li bajarê Novorossiyskê di testên dawî re derbas dibe û wê di nava vê mehê de beşdarî Hêzên Deryayî yên Rûsyayê bibe. Keştî di çarçoveya bernameya çêkirinê ya keştiyên şer de (li Tataristanê) li Tersxaneya Zelenodolskê hat çêkirin."

    Li gorî zanyariyên dîzaynkaran keştiyên ji vê projeyê hatine çêkirin xwediyê hezar ton deplasmanan e û 23 knot lezaya wê ya maksîmûm heye û herwisa dikare 10 rojan damîş bibe.

    Vişniy Voloçek, di nav rêza Buyan-Myê de, ku bi pergala moşekên menzîldirêj a bi navê Kalibr-NKyê hatiye teçhîzatkirin, keştiya 6em e. Pergala Kalibr-NKyê ji bo îmhakirina hedefên nav behrê û li ser erdê hatiye çêkirin.

    Bi heman mijarî:

    Li mezintirîn bajarekî Rûsyayê li dijî polîsan êrişek pêk hat
    Saziya Hilbijartinên Rûsyayê: Em dikarin di hilbijartinên Tirkiyeyê de bibin alîkar
    Rûsyayê eşkere kir bê çima Amerîkayê fînansekirina Xûzeyên Spî rawestandiye
    Rûsyayê ji bo îdîayên Netanyahûyî: UAEKê dosyaya Îranê sala 2015an girtibû
    Kremlînê bersiv da SIPRIya ku digot lêçûnên leşkerî yên Rûsyayê kêm bûne
    Etîketan:
    keştiya moşekan, Rayedarê Wezareta Parastinê yê Rûsyayê, Îgor Digalo, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de