11:16 24 Gulan 2018
    Balafirên MiG-31 ên ku bi moşekên Kînjalê hatine teçhîzatkirin

    Moşekên ku Putin gotibû 'têk naçin', li balafiran hatin barkirin

    © Sputnik / Vladimir Sergeev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat diyarkirin ku pergala moşekên hîpersonîk a ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin behsa wê kiribû, li komeke balafirên şer ên bi modela MiG-31ê hatiye barkirin.

    Cîgirê Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Yuriy Borisov di axaftina xwe ya ji bo televîzyona Zvezdayê de got, moşekên Kinjal (Xençer) ên hîpersonîk, yanî moşekên ku 10 caran ji deng zêdetir bi lez diçe, li 10 balafirên MiG-31ê hatine barkirin.

    ‘ÎSPAT DIKE KU EV NE XIYAL E'
    Borisov got, "Niha wekî îspata ku (moşekên Kînjalê) ne berhemên xiyalî ne, 10 balafirên van moşekan hildigirin hene û li gorî rewşê amade ne ku wan moşekan bi kar bînin."

    Borisov anî ziman ku ev moşek him moşekparêzan him jî pergalên parastinê yên hewayî derbas dikin û diyar kir ku xwediyê potansiyele cidî ya şer in û ne pêkan e ku rastî zirarê werin.

    Cara pêşîn Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin di meha adarê de di axaftina xwe ya li Meclîsa Federal a Rûsyayê de behsa van cûreyên moşekan kiribû.

    Putin ragihandibû ku ev moşek bi saya leza xwe li hemberî ti pergala parastinê ya hewayî û pergalên parastinên yên moşekan têk naçe.

    Bi heman mijarî:

    Perçeyên moşekên Hêzên Hevpeyman yên ji aliyê parastina Sûriyê ve hatin xistin
    Artêşa Sûriyeyê li Dumeyrê moşekên çêkirina Amerîkayê dîtin
    'Amerîkayê dest bi çêkirina moşekên hîpersonîk kir'
    Amerîka ji berteka Rûsyayê ya li hemberî moşekên wê bi fikar e
    Çavkaniyeke leşkerî: Sûriyeyê du moşekên amerîkî yên neteqiyayî radestî Rûsyayê kirin
    Etîketan:
    moşekên Kinjalê, Serokê Dewleta Rûsyayê, Vladimir Putin, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de