05:35 22 Gulan 2018
    FSB

    FSB: 2 lîderên cîhadî yên amadekariya êrîşê dikirin hatin kuştin

    Sputnik
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Saziya Ewlekariya Federalî ya Rûsyayê (FSB) ragihand ku li bajarê Stavropolê di encama operasyoneke li ser şaneya cîhadiyan de, 2 serokên wan hatine kuştin.

    Li gor daxuyaniya FSBê dema operasyona taybet milîtanên ku amadekariya êrîşekê dikirin, bi çekan bersiv dane û 2 milîtan hatine kuştin.

    FSBê diyar kir ku her du kesên hatine kuştin lîderên cîhadî bûne û di lêgerîna şaneyê de, laboratuwara çêkirina teqemeniyan hatiye dîtin û gelek cebilxane, çek û narincok hatine desteserkirin.

    Serokê FSBê Aleksandr Bortnikov ragihand ku sala çûyî pêşî li 25 êrîşan hatiye girtin, di çaryeka sala 2018an de jî 12 şaneyên milîtanan ên ku amadekariya 6 êrîşên cuda dikirin hatine hilweşandin.

    Bortnikov da xuyakirin ku di encama operasyonan de 189 milîtan hatine girtin û 15 jî hatine kuştin.

    Bi heman mijarî:

    Mamoste Ayşe hat tehliyekirin
    Li Tirkiyeyê partiyeke din a kurdan hat avakirin
    OPCW nikare mêjera madeya kîmyewî ya bûyera Skrîpalî diyar bike
    Kevintirîn wêneyên bajar û şexsiyetên kurdan
    CBS: Amerîkayê alîkariya fînansî ya ji bo Mîxferên Spî rawestand
    Li Hawaiyî çiyayê Kilauea aktîv bû
    Qubadî ji bo Îranê: Hûn mezintirîn neyarên kurdan in
    Etîketan:
    Cîhadî, Milîtan, FSB, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de