04:27 25 Gulan 2018
    Xûzeya Spî

    Rûsyayê eşkere kir bê çima Amerîkayê fînansekirina Xûzeyên Spî rawestandiye

    © Sputnik / Abdalrhman Ismail
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Îgor Konaşenkovî sedema muhtemel a rawestandina fînansekirina koma bi navê Xûzeyên Spî ya ku bi navê Parastina Sivîl a Sûriyeyê hatibû damezirandin û girêdana wê bi El Nusrayê re heye, eşkere kir.

    Li gorî Konaşenkovî, sedema ku li dû vê biryarê ye ew e ku di provokasyona bikaranîna çekên kîmyewî ya li Xûtaya Rojhilatî de, rê dane ku gelek delîl û şahidên bûyerê derkevin.

    Konaşenkovî got, "Tiştekî qet nayê fêmkirin ku nûnerên Amerîkayê û yên hinek welatên Ewropayê yên ku dengê wan ji bo qaşo êrîşa kîmyewî ya 7ê Nîsanê ya li Dûmayê êbûbû bilind dibû, nedixwest ku bi şahidên sax ên provokasyona Xûzeyên Spî kiriye re biaxivin. Gelo agahiya ku Amerîkayê piştgiriya xwe ji vê komê re biriye, ji ber vê sedemê hat derxistin? Heçkı îro gelek agahî û şahidên bûyerê derbarê vê provokasyona erjeng derketine û wiha texmîn dikin ku her kesî her tişt fêm kiriye."

    'OPCWÊ XEBATÊN XWE YÊN LI DÛMAYÊ BI DAWÎ KIRIN'

    Konaşenkovî diyar kir ku pisporên Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî(OPCW) xebatên xwe yên têkilîdarî qaşo êrîşa kîmyewî temam kirine.

     

    Bi heman mijarî:

    Sewqîyatên Îranê yên bi guman bo Sûriyeyê bû sedema metirsiyê
    Erebistana Siûdî ji Qatarê daxwaz kir ku leşkerên xwe bişîne Sûriyeyê
    Îran: Li Sûriyeyê dibe ku dewletên Ereb û Tirkiye bên hemberî hev
    Cudahiya Trump û Macronî di mijara Sûriyeyê de çi ye?
    Arzu Yilmaz: Hêzên navdewletî ji bo erebîkirina Kurdistana Sûriyeyê hêzan dişînin
    Etîketan:
    El Nusra, Xûzeya Spî, Îgor Konaşenkov, Rûsya, Amerîka, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de