17:03 26 Gulan 2018
Mariya Zaxarova

Rûsya bo Ermenistanê: Pirsgirêkên xwe di çarçoveya hiqûqê de çareser bikin

Sputnik
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Berdevka Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova daxuyand ku Rûsya alîgirê ku Ermenistan pisgirêkên xwe di çarçoveya destûra bîbgehîn û diyaloga bi hemû terefên sîyasî re pêk bîne, çareser bike.

Berdevka Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova di civîna çapemeniya heftane de axivî û got, "Em herdem ligel Ermenistanê bidaxwazin ku pirsgirêkên xwe bi diyalogê û di çarçoveya destûra bingehîn de çareser bike û me ev daxwaza xwe ji rayedarên ermen re ragihandiye."

Zaxarova da zanîn ku Moskow bo pêşdebirina mûtefîktiya bi partnerê xwe Yêrîvanê re, dixwaze xebatên xwe berdewam bike. Li Ermenistanê piştî protestoyên ku du hefteyan ajot, serokê dewletê yê berê û serokwezîr Serj Sarkisyan îstîfa kiribû. Ji aliyê din ve Paşinyanê ku lîdertiya protestoyan kir ji aliyê Partiya Yelqê wek namzedê serokwezîrtiyê hat nîşandan. Di parlamentoyê de herçiqas du partiyan piştgiriya Paşinyan dikirin, ji ber Partiya Komariyê alîkarî neda Paşinyan di hilbijartina 1ê Gulanê ya li parlamentoyê de hejmara bijartinê bidest nexistibû.

Di parlamentoya 105 sendelyeyî ya Ermenistanê de 58 parlamenterên Partiya Komariyê cih digrin. Paşinyan cardin bû namzed lê ji bo ku wek serokwezîr bê bijartin divê 53 dengan bistîne. Heke di hilbijartina parlamentoyê ya 8ê Gulanê de jî ti encam neyên stendin, meclîs dê fesih bibe û banga hilbijartina pêşwext dê bê kirin.

Bi heman mijarî:

Ermenistan: Em peywediyên Rûsya û Tirkiyeyê dişopînin
Ermenistan, protokola asayîkirina peywendiyên bi Tirkiyê re betal kir
Nikol Paşinyan: Eger em bi hinekan re muzakereyê bikin ew jî wê ji bo çûyina Sarkisyan be
Etîketan:
paşinyan, protesto, hilbijartin, yêrîvan, ermenistan, Mariya Zaxarova, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de