11:12 24 Gulan 2018
    Dmitriy Peskov

    Kremlin: Ji bo civîna Pûtîn û Trumpî, em li hêviya Washingtonê ne

    © REUTERS / Sergei Karpukhin
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê Kremlinê Dmitriy Peskovî got, ji bo civîna navbera Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Serokê Amerîkayê Donald Trump ti temaseke qayim çênebûye û li bendî Washingtonê ne ku gavê ji bo mijarê biavêje.

    Serokê Amerîkayê Donald Trumpî meha Adarê Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn vexwendibû Qesra Spî. Lê ew vexwendin piştî geşedanên li Sûriyeyê û tawanbarkirina Rûsyayê bi jehrîkirina ajanê rûs ê berê Sergey Skripalî, rageşî di têkiliyan de zêde bû. Ti agahî derbarê civînê de nehat weşandin.

    Peskov derbarê mijarê de axift û got, hîn tiştek derbarê civîna herdu serokan de zelal nebûye, Washington ji bo pêkanîna civînê ti gav neavêtiye.

    Berdevkê Kremlinê got: "Heta niha tiştek zelal nebûye, ti pêwendiyeke qayim ji bo mijarê nehatiye pêkanîn. Piştî daxuyanî hat dan ku Trump ji bo civînê amade ye, ti gav nehat avêtin. Em li bendî wê ne."

    Bi heman mijarî:

    Amerîka: Ji ber têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê dibe em mueyîdeyan li ser Tirkiyeyê bisepînin
    Brîtanya ji 47 pirsên Rûsyayê bersiva 2 heban tenê da
    Çavkaniyeke leşkerî: Sûriyeyê du moşekên amerîkî yên neteqiyayî radestî Rûsyayê kirin
    Avahiya Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê hat valakirin
    Amerîka ji berteka Rûsyayê ya li hemberî moşekên wê bi fikar e
    Etîketan:
    Kremlin, Qesra Spî, Sergey Skîpal, Vladîmîr Pûtîn, Donald Trump, Dmitriy Peskov, Sûriye, Rûsya, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de