01:40 26 Gulan 2018
Mariya ZaharovaMariya Zaxarova

Rûsyayê ji bo îdîayên Netanyahûyî: UAEKê dosyaya Îranê sala 2015an girtibû

© Sputnik / Ekaterina Chesnokova © Sputnik / Mariya Zaxarova
1 / 2
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarovayê îdîayên Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahûyî yên derbarê peymana nûkleerî ya navbera welatên P5+1ê û Îranê de nirxand û bi bîr anî ku Saziya Enerjiya Atomî a Navdewletî(UAEK) dosyaya têkilîdarî hêmanên qaşo leşkerî yên di bernameya nûkleerî ya Îranê girtiye.

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netenyahû îdiayên ku Îran pêşxistina bernameya nukleerî berdewam dike dubare kiribûn û gotibû, ‘Peymana P5+1ê ya bi Îranê re’ li ser derewên Tehranê hatiye kirin.

Zaxarovayê di civîna xwe ya çapemeniyê ya heftane de bersiva îdîayên Netanyahûyî da.

Herwiha Zaxarovayê bi bîr anî ku UAEK dosyaya Îranê sala 2015an de girtibû û got, "ez dixwazim teqez bikim ku Îran ew welat e yê ku herî zêde ji aliyê UAEKê ve tê kontrolkirin."

"KÊŞEYÊN TÊKILÎDARÎ PEYMANÊN NÛKLEERÎ DIVÊ DI NAVBERA WELATÊN 5+1Ê Û ÎRANÊ DE WERIN ÇARESERKIRIN"

Zaxarovayê diyar kir ku divê kêşeyên têkilîdarî peymana nûkleerî yên navbera welatên 5+1ê û Îranê de bi şêwirê werin çareserkirin.

Berdevka rûs got," divê hemû kêşeyên têkilîdarî kontrolkirina UAEKê ya li Îranê bi belgeyên li saziyê werin çareserkirin. Mijarên têkilîdarî Plana Çalakia Hevpar a Berfireh(JCPOA) tenê di navbera P5+1ê de were îstîşarekirin."

'RÛSYA DÊ LI SER CÎBICÎKIRINA BERPIRSYARIYÊN XWE YÊ PEYMANÊ BERDEWAM BIKE"

Zaxarovayê diyar kir ku Rûsya dê li ser cîbicîkirina berpirsyariyên xwe yên peymanê berdewam be.

Etîketan:
UAEK, Benyamîn Netenyahû, Mariya Zaxarova, Îran, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de