11:09 24 Gulan 2018
    Bexdadî - Ebû Bekir El Bexdadî

    Rûsya derbarê kuştina serokê DAIŞê Bexdadî de agahî da

    © AP Photo /
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Cîgirê Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Oleg Siromolotov daxuyand ku ti delîl di destê me de derbarê kuştina serokê DAIŞê Ebûbekîr Bexdadî de tuneye.

    Cîgirê Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Oleg Siromolotov di daxuyaniya da Sputnikê de got: "Bi qasî ku tê hişê min 10 caran nûçeyên derbarê kuştina Bexdadî de hatin rojevê. Lê heta niha ev agahî nehatine piştrastkirin û em qanî nebûn ku hatiye kuştin." Wezareta Berevaniya Rûsyayê di sala 2017an de li ser îdiayên 'Bexdadî hatiye kuştin' daxuyandibû ku em hewl didin agahiyan piştrast bikin. Piştî demek kin Wezareta Berevaniya DYAyê eşkerekiribû ku serokê DAIŞê hatiye kuştin.

    Siromolotov têkildarî mijara Sûriyeyê û plana serok Trump ya derketina ji Sûriyeyê de jî wiha axivî: "Wek mînak leşkerên amerîkî yên li Afganistanê, tê xuyakirin ku DYAyê heta demek dirêj dê li Sûriyeyê be, heke hûnê leşkerên xwe vekşînin bo çi hûn baregeha Tanfê dîzayn dikin?"

    Ji aliyê din ve Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî daxuyandibû ku DYAyê bo berdewamiya pevçûnan, li nêzî Tanfê li herema di bin kontrola xwe de milîtanan perwerde dike.

    Bi heman mijarî:

    Mizgefta ku Bexdadî tê de weiz dabû tê restorekirin
    Ji bo xwişka Bexdadî cezayê îdamê hat sepandin
    ‘Bexdadî ji ber birîndariya xwe 5 mehan dev ji serokatiya rêxistinê berda'
    Hikûmeta Iraqê: Bexdadî li Sûriyê di nexeşxaneyekê de tedawiyê dibîne
    Etîketan:
    milîtan, serok, kuştin, DAIŞ, bexdadî, Oleg Siromolotov, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de