20:58 22 Gulan 2018
    Rus Su-27 savaş uçağı

    NIyê jeta rûsî ya ku tirsa xewnên NATOyê vegot

    © Sputnik /
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Kovara National Interest a stratejiya leşkerî (NI) got ku balafirên nêçîrvan ên rûsî Su-27 tirsa xewnên NATOyê ne.

    Li demeke ku nîqaşên firotin û peymanên sîstemên parastina hewayî yên rûsî li welatên rojavayî berdewam dikin de, NIyê bal kişand ser balafira nêçîrvan a rûsî Su-27ê.

    Li gor nivîskarê NIyê Robert Farley dibêje, NATO bi awayekî cidî ji Su-27an ditirse, her çiqas Mig-15, Mig-21, Mig-25 û Mig-29 balafirên efsaneyî yên Yekîtiya Sovyetê bin jî balafirên herî baş Su-27ên nêçîrvan in.

    Farley da zanîn ku Su-27 li gor kapasîteya F-15ên amerîkî hatiye pêşxistin, lê ji aliyê lezê û çekhilgirtinê ve ji hevrikê xwe gelekî pêşketîtir e.

    Su-27ên ku ji aliyê şirketa rûsî Sukhoi ve hilberîna wan tê kirin, wekî yek ji balafirên herî jêhatî yên dinyayê têne zanin.

    Su-27 cara ewil di sala 1977an de dest bi firînê kiriye û hilberîna tomerî jî di sala 1985an de destpê kiriye û ketine xizmeta artêşa Rûsyayê.

    Bi heman mijarî:

    Scaramucci: Bila kurd bizanin ku Amerîka dengê wan dike
    Keştiyên NATOyê çima derbasî Deryaya Reş bûn?
    Ji bo şopandina Şampiyoniya Cîhanê zêdetirî 2 hezar rojnamevanî akredîte bûn
    Li Îranê masî ji ezmanan bariyan
    Pûtîn di derbarê Kûpaya Cîhanê de axivî
    ‘Îran naxwaze ku desthilatdareke kurdî li Sûriyeyê çêbibe'
    Etîketan:
    Su-27, Balafir, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de