01:41 26 Gulan 2018
NATO / Deryaya Reş

Keştiyên NATOyê çima derbasî Deryaya Reş bûn?

© AFP 2018 / DANIEL MIHAILESCU
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Pisporê leşkerî yê rûsî Viktor Litovkin li ser mayîna keştiyên NATOyê li Deryaya Reş axivî û diyar kir ku herî zêde dikarin 21 rojan bimînin û manewrayên li vê derê ji bo Rûsyaya ku xwedî fîloyeke mezin û artêşeke xurt e tu fişaran pêk nayîne.

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin
© Sputnik / Aleksey Nikolskyi
Albayê teqawîtbûyî Viktor Litovkin ji Russia Today (RT) re axivî û keştiyên NATOyê yên ku derbasî Deryaya Reş bûne nirxand. Litovkin ev tişt gotin "li hemû herêmên ku NATOyê lê ye rakêşî zêde dibe. Lewra NATO hewil dide hêza xwe nîşan bide û Rûsya jî tê de fişarê li welatên ku ne endamên wê ne bike."

Litovkin teqez kir ku manewrayên li Deryaya Reş ji bo Rûsya ya ku xwedî fîloyeke mezin û artêşeke xurt tu fişarê pêk neyîne. Û ji xwe welatên ku qeraxa wan li Behra Reş tune ye herî zêde dikarin 21 rojan bimînin.

PISPORÊ RÛSÎ: EM JI NÊZ VE DIŞOPÎNIN

Pisporê leşkerî yê rûsî, "Ev mafê wan e û mafê me jî heye ku em liv û tevgerên wan ji nêz ve bişopînin û li gorî wê yekê bertek nîşan bidin."

Demek berê hatibû ragihandin ku firqateynên Tirkiye, Spanya û Almanyayê yê girêdayî Duyemîn Hêza Daîmî ya Wezîfeyê ya NATOyê derbasî Deryaya Reş bûbûn.

Bi heman mijarî:

Stoltenberg: NATO û DYA alternatîfên S-400an pêşniyazî Tirkiyeyê dikin
Rûsya û NATO li ser mijara Sûriyeyê dicivin
Civîna Çavuşoglu û Stoltenbergî: NATO li gel Tirkiyeyê ye
NATO: Operasyona li dijî Sûriyeyê peyameke vekirî ji bo Rûsya, Esad û Îranê bû
NATO bi mijara Sûriyeyê dicive
Etîketan:
Keştiyên NATOyê, RT, NATO, Vîkto Lîtkovîn, Behra Reş, Ewropa, Rusya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de