06:49 26 Gulan 2018
Dmitriy Peskov

Kremlînê bersiv da SIPRIya ku digot lêçûnên leşkerî yên Rûsyayê kêm bûne

Sputnik
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Berdevkê Kremlînê Sözcüsü Dmitriy Peskov ragihand ku amarên ku dide nîşandan ku lêçûnên leşkerî yên Rûsyayê yên sala 2017an kêm bûne dûrî rastiyê ne.

Daxuyaniya Enstitûya Lêkolînên Aştiyê ya Stokholmê (SIPRI) ku amajê pê dikir ku ji sala 1998an û vir ve cara ewil lêçûnên leşkerî kêm bûne di civîna Peskovî de ev yek hat rojevê.

Li ser pirsekê Peskov diyar kir ku amarên lêkolînên bi temamî bi rastiyêre li hev nakin lê di vî warî de meyildariyeke kêmkirinê heye.

Peskov diyar kir di ji ber ku ji aliyê teknîkî û teknoljîk de nûkirina artêşa Rûsyayê bi dawî hatiye di warê lêçûnên leşkerî de meyildariyeke kêmkirinê heye lê zanyariyên ku 20 ji sedî kêm dibe rast nîn e.

Hêjayî gotinê ye ku li gorî encama lêkolîna SIPRIyê di dinyayê de lêçûyînên leşkerî yên Rûsyayê 20 ji sedî kêm bûye û daketiya 66.3 milyar dolaran.

Bi heman mijarî:

Rûsya: Divê kurd jî di pêşeroja Sûriyeyê de bibin xwedî rol
Rûsya: Pêdiviya belgeyên Netanyahû yên Îranê bi teyîtkirinê heye
Doç. Dr. Durre: Rûsya li dijî êrişa Îsraîl a li hemberî Îranê dernakeve
Rûsya bo Amerîkayê: Ala me ji nû ve daliqînin
Midurê Giştî yê Eurasia Airshow: Di fûarê de Rûsya xwedî cihekî taybet bû
Ji Rûsya, Tirkiye û Îranê deklarosyona hevpar a Sûriyeyê
Rûsya ji sedî 85 cepxaneya xwe ya nûkleerî kêm kir
Etîketan:
Lêçûnên leşkerî, Artêş, SIPRI, Dimitriy Peskov
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de