17:46 23 Gulan 2018
    Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov

    Kremlin: Encamên hilbijartinê çi bin jî divê têkiliyên me li gel Ermenistanê dewam bikin

    Photo host agency
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê Kremlinê Dmitriy Peskovî got ku hêvî dikin, encama hilbijartinên li Ermenistanê çi bin jî ku têkiliyên Moskow û Yêrîvanê sabit bimînin.

    Peskov di danûstendina xwe ya li gel rojnamevanan got, "em hêvî dikin ku hemû pêvajoyên li Ermenistanê wek berê di çarçoveya destûrî û hiqûqî de bimînin. Em divêb ku dostên me yên ermenî di demeke kurt de rewşa siyasî ya navxweyî ya zehmetbûyî serrast bikin."

    Herwiha Peskovî diyar kir ku encamên hilbijartinê çi be jî dê têkilîyên navbera herdu welatan sabit û baş bimînin.

    Piştî xwenîşandanên du hefteyên, serokê dewletê yê berê Serj Sarkisiyanî îstîfa kiribû.

    Piştî wê jî serokê xwenîşanderan Paşinyan Yelq ji aliyê partiya xwe ve wek namzet hatibû nîşandan. Paşinyanê ku du partiyên li parlamentoyê piştgirî didayê, ji ber ku Partiya Komarî piştgirî nedayê, nehatibû hilbijartin.

    105 parlamenter li Parlamnetoya Ermenistanê hene ku 58 ji wan ên partiya komarî ne. Ji bo Paşinyan li parlamentoyê wek serokwezîr were hilbijartin herî kêm pêwîstiya wî bi 53 dengan heye.

    Eger di 8ê Gulanê de serwezîr neyê hilbijartin, parlamento dê were jihevxistin û dê hilbijartin werin lidarxistin.

    Bi heman mijarî:

    Li Rûsyayê tetbîqata pergala parastina S-400an
    Li Rûsyayê xwendekarê ku bi kêrê êrîş kir dibistan şewitand: 4 brîndar
    Peskov: Dibe gavên neyarane yên Amerîkayê li dijî Rûsyayê dewam bikin
    Avahiya Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê hat valakirin
    Etîketan:
    Nikol Paşinyan, Serj Sarkisiyan, Dmitry Peskov, Rûsya, Ermenistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de