07:13 26 Gulan 2018
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov

'Bi xeteyak DYAyê û hevalbendê wê dibe ku tevahiya cîhanê bedelê bide'

© REUTERS / Maxim Shemetov
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, "Rewşek wisa derket holê ku bi xetayek DYAyê dibe ku tevahiya cîhanê bedelê bide." Lavrov da zanîn ku ew dixwazin pêwendiyên baş bi DYAyê re deynin lê ji ber berjewendiyên navdewletî nikarin tawîzan bidin.

Lavrovê ku li Îtalyayê ji Kovara Panoramayê re axivî û li ser pirsa, 'Gelo di navbera Rûsya û dewletên rojavayî de pevçûnek bi çek pêkan e?' wiha bersiv da: "Wekî ku eşkereye, rewşa cîhanê her ku diçe nebaştir dibe, rakêşî zêdetir dibe, rewşa pêşeroja cîhanê nayê çaverêkirin. Ev rewş ji ber kiryarên DYA û welatên rojavayî ku di bin fişara wê de ne derdikeve holê."

Lavrov got ku DYA û mutefîkên wê bi tevgerên xwe, pênebaweriyê û stratejîyek ne diyar derdixin holê, rêyên diyalogê jî digrin. Di xetayekê de bedela wê dê tevahiya cîhanê bide. Em hêvî dikin ku bi aqilane tevbigerin û berpirsyariya herkesî heye ku pêşeroşek baş ava bikin û li gor rêbazên navdewletî tevbigerin.

Bi heman mijarî:

Lavrov: DYA bo berdewamiya pevçûnan li nêzî Tanfê milîtanan perwerde dike
Lavrov: DYA bi armanca parçebûna axa Sûriyeyê tevdigere
Lavrov: Trump ji Pûtîn daxwaza hevdîtinê kir
Lavrov bi hempîşeyê xwe yê frensî re bi telefonê axivî
Etîketan:
pêwendî, pêşeroj, stratejîk, pevçûn, wezîrê derve, Sergey Lavrov, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de