17:09 24 Gulan 2018
    Sergey Lavrov

    Rûsya: Divê kurd jî di pêşeroja Sûriyeyê de bibin xwedî rol

    © Sputnik /
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 30

    Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di hevpeyvîna xwe ya kovara Panoramaya îtalî de got: "Divê kurd jî di pêşeroja Sûriyeyê de bibin xwedî rol."

    Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di hevpeyvîna xwe ya kovara Panoramaya îtalî de got: "Rûsya kurdan ji bo berjewendiya xwe bikar nayîne. Çima her kes kurdan bikar tîne û paşî davîne kêlekê. Divê kurd jî di pêşeroja Sûriyeyê de bibin xwedî rol."

    Sergey Lavrov di berdewamiya axaftina xwe de got: "Pir zahmet e ez gelemperiyeke wiha bikim. Her kes wiha tevnagere. Wek mînak Rûsya di krîza Sûriyeyê de ti kes ji bo berjewendiya xwe bikar nanî û nayîne."

    ‘VÊ PIRSÊ YÊN JI YÊN KU FEDERASYON BI KURDAN DANE ÎLANKIRIN BIPIRSIN'

    Lavrov di dirêjiya axaftina xwe de got: "Vê pirsê ne ji me, ji yên ku wehda parastinê didin û hestên wan ên cudabûnê geş dikin bipirsin. Pirsê ji yên ku pêşketina artêşa Sûriyeyê li seranserê welat asteng dikin û kurdan ji bo îlankirina federasyonê gur dikin bipirsin."

    ‘DIVÊ KURD DI TAYÎNKIRINA PEŞEROJA SÛRIYEYÊ DE CIH BIGRIN'

    Wezîrê rûsî di dawiya axaftina xwe de got: "Rûsya tim dibêje, divê kurd di tayînkirina pêşeroja Sûriyeyê de xwedî rol bin û ev helwesta me hê jî neguheriye."

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: DYA bo berdewamiya pevçûnan li nêzî Tanfê milîtanan perwerde dike
    Lavrov: DYA bi armanca parçebûna axa Sûriyeyê tevdigere
    Lavrov bi hempîşeyê xwe yê frensî re bi telefonê axivî
    Lavrov: Ji bo normalîzebûna Sûriyeyê divê di formata Astanayê de bergirî werin girtin
    Lavrov: Êrîşa Amerîkayê li ser Sûriyeyê xebatên çareseriyê aloz kirin
    Etîketan:
    Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Sergey Lavrov, Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de