17:10 24 Gulan 2018
    Wezîrê Karê Derve Yê Rûsyayê Sergey Lavrov

    Lavrov: DYA bo berdewamiya pevçûnan li nêzî Tanfê milîtanan perwerde dike

    © Sputnik /
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov got, DYAyê bo pevçûnên li Sûriyeyê berdewam bikin li başûrê welêt li herêmên di bin kontrola xwe ya li nêzî Tanfê milîtanan perwerde dike.

    Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov piştî hevdîtina bi Wezîrê Karê Derve yê Urdunê Eymen Safadi re civîna çapemeniyê li dar xist: "DYA li heremên ku wek yekalî xistiye bin kontrola xwe li nêzî kampên Tanf û Rukbanê perwerdehiya milîtanan jî di nav de gellek tiştên ecêp pêk tîne."

    Lavrov da zanîn ku armanca perwerdehiya milîtanan, tevî xebatên agirbestê bo berdewamiya pevçûnan e.

    Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov eşkere kir ku DYA alîkariya mirovî ya bo penabêrên kampên Rukbanê asteng dike.

    Lavrov, "DYA demek dirêj alîkariya mirovî ya bo kampên Rukbanê asteng kirin. Ji bo vê jî gotin hikumeta Sûriyeyê destûr neda, ev ne rast e. Pirsgirêkên di navbera hikumeta Sûriyeyê û saziyên alîkariyê de hatin çareserkirin, lê DYA bo gihaştina alîkariyan mîsogeriyê nadin."

    Etîketan:
    dya, sûriye, milîtan, rûsya, pevçûn, Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de