01:39 26 Gulan 2018
Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn

Dîmênên Lîmûzîna ‘Kortej’ a Pûtîn hatin tomarkirin

© Sputnik / Aleksey Nikolskiy
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Dîmenên Lîmûzîna veşarî ya bi navê ‘Kortej’ ku taybet ji bo Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn hatiye pêşxistin, ji aliyê şêniyekî Moskowê ve hatin tomarkirin.

Di dîmenên cara yekem di Kanal 5ê de hatin weşandin de, tê xuyakirin ku ‘Kortej' bi awayekî kamuflajkirî li ser barhilgirekê ye.

Ji ber awayê kamuflajê û pîvanên plakeyê û barhilgira girêdayî Beşa Parastina Federalî ya Kremlînê hat diyarkirin ku dibe ew lîmûzîna ‘Kortej' a Pûtîn e.

Li ser projeya lîmûzîna Kortejê bi înisîyatîfa Pûtîn, ji sala 2012an ve xebat berdewam dikin.

Berevajî heyama Sovyetê, Pûtîn dê otomobîlên modern ên xwemalî yên di çarçoveya Kortejê de hatine pêşxistin bikar bîne.

Halêhazir Pûtîn wesayîta Mercedes S-600 a Guard Pullman a bi zirx bikar tîne.

Tê çaverêkirin ku bi pêşxistina otomobîlên Kortejê re, geşepêdaneke nû di kerta otomotîvê ya rûsî de pêk were.

Etîketan:
Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de