11:11 24 Gulan 2018
    Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû 100 hezar belgeyên nepen ên bernameya nukleerî yên îranê eşkere kirin

    Rûsya: Pêdiviya belgeyên Netanyahû yên Îranê bi teyîtkirinê heye

    © REUTERS / Amir Cohen
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Balyozê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Rûsyayê li Vîyenayê Mihaîl Ulyanov derbarê eşkerekirina 100 hezar belgeyên nepen ên bernameya nukleerî ya Îranê ji aliyê Îsraîlê ve axivî û got, pêdiviya wan belgeyan bi teyîtkirinê heye.

    Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû îdia kiribû ku wan 100 hezar belgeyên nepen ên berdewamkirina bernameya nukleerî ya Îranê bi dest xistine û bi van daxuyaniyên Netanyahû re rageşî xetera şerê Îsraîl û Îranê zêdetir bûbû.

    Ulyanov destnîşan kir ku pêdiviya wan belgeyan bi piştrastkirinê heye û got, pêwîst e pêşî ew belge ji Saziya Enerjiya Atomî ya Navnetewî (UAEK) re werin pêşkeşkirin, lewra niha pêdivî pê nîne 5 welatên Konseya Ewlekariya NYyê û Almanya (P5+1) ji bo wê mijarê bicivin.

    'DI DEMEKE KIN DE ÇAWAN 100 HEZAR BELGE ANALÎZ KIRIN?'

    Ulyanov herwiha da zanîn, "Mixabin li gor daxuyaniyên Washingtonê hinek siyasetmedarên amerîkî di demeke kin de 100 hezar belge analîz kirine û li dijî Îranê gihîştine encamekê. Rûsya û UAEKê ti carî darizandinên wisa lezûbezî nekirine."

    Netanyahû îdia kiribû ku bernameya nepen a nukleerî ya Îranê berdewam e û di destê wan de jî delîlên wê hene.

    Netanyahû herwiha derbarê mijarê de Pûtîn agahdar kiribû.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Mattis ji senatoyê xwest, ji bo çekên rûsî dorpêçan li ser Tirkiyê nesepînin
    Li pîrozbahiyên parîsê ragêşiya 1ê Gulanê: Peyamnêrê Spûtnîkê birîndar bû
    Hunermendê Spanyolî Semper ji kaxizan peykerên balkêş çêdike
    Amerîka: Eger êrîş li ser hevparên me çêbibe, em ê wan biparêzin
    Rayedarên amerîkî: Wisa diyar e ku Îsraîl amadekariyê dike, şerê Îranê bike
    Pêşnûmaya 'Îsraîl wek welatê cihûyan dinase' di dengdana pêşî de hat pejirandin
    Etîketan:
    Îran, Îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de