16:51 20 Gulan 2018
    1ê Gulanê - Rûsya

    Li Rûsyayê pîrozbahiyên 1ê Gulanê: Bi hezaran kes li Meydana Sor civiyan

    © AFP 2018 / Yuri KADOBNOV
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 10

    Bi hezaran welatiyên rûsî li Meydana Sor a li paytexta Rûsyayê Moskowayê civiyan û 1ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê bi coş pîroz kirin. Polîsê Moskowayê ragihand ku 130 hezar kes beşdarî pîrozbahiyan bû.

    Li paytexta Rûsyayê Moskowê 1ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê bi organîzekirina şaredariyê bi coşeke mezin hat pîrozkirin.

    Pîrozbahiyên 1ê Gulanê li Moskowayê
    © REUTERS / Tatyana Makeyeva
    Pîrozbahiyên 1ê Gulanê li Moskowayê

    Li pîrozbahiyan karker, gazî, xwendekar û komên pîşesaziyê û nûnerên parlementoyê jî tê de 130 hezar kes beşdar bû. Di nava beşdaran de Şaredarê Moskowayê Sergey Sobyanin jî hebû.

    Pîrozbahî di atmosfera cejnê de derbas bû. Beşdar bi al, pankart, balon û kulîlkan meşiyan.

    Pîrozbahiyên 1ê Gulanê li Meydana Sor
    © REUTERS / Maxim Shemetov
    Pîrozbahiyên 1ê Gulanê li Meydana Sor

    Beşdaran stran gotin û dans kirin. Dirûşmên weke ‘Divê karkerên xizan tune bin', ‘Bijî sifteyê karkeran', ‘Bijî 1ê Gulanê', ‘Bijî Rûsyayeke xurt û yekîtiya pîşesaziyan, ‘Ciwan, dahatuya me ne' bilêv kirin.

    Pîrozbahiyên 1ê Gulanê li Meydana Sor
    © REUTERS / Maxim Shemetov
    Pîrozbahiyên 1ê Gulanê li Meydana Sor

    Tê payîn ku li bajarên Rûsyayê Yakutsk, Krasnodar, Surgut, Kamara, Perm, İjevsk, Magnitogorsk, Voronejj, Vladivostok û Kursk jî tê de li tevahiya welêt îro 3 milyon kes 500 mîtîng werin lidarxistin.

    Beşdaran di mîtingan da daxwazên weke karkî baştir, polîtîkayên adil ên sosyal, ji mezûnan re kar, ewlehiya kar bikin. Herwiha dê daxwaz bikin ku temenê teqazqîtbûnê neyê bilindkirin.

    Pîrozbahiyên 1ê Gulanê - Meydana Sor
    © REUTERS / Tatyana Makeyeva
    Pîrozbahiyên 1ê Gulanê - Meydana Sor

    LI PAYTEXTA KIRIMÊ SIMFEREPOLÊ 27 HEZAR KES BEŞDARÎ ÇALAKIYAN BÛN

    Di çalakiyên li paytexta Kirimê Simferebolê 27 hezar kes beşdar bûn.

    Çalakî ji aliyê serokê Kirimê Sergey Aksenov û berdevkê Parlementoya Kirimê Vladimir Konstantinov ve hate birêvebirin.

    Pîrozbahiyên 1ê Gulanê li bajarê Simferepol a Kirimê
    © AFP 2018 /
    Pîrozbahiyên 1ê Gulanê li bajarê Simferepol a Kirimê

     

    Bi heman mijarî:

    Li Moskowê 1ê Gulanê bi coş destpê kir
    1ê Gulanê ji bo kedkarên Sûrê bu roja koçberiyê
    Demirtaş bi wêneyê bavê xwe û karkeran peyama 1ê Gulanê da
    Li Taksîmê tevgera 1ê Gulanê dest pê kir
    Walîtiyê dirûşmên kurdî bi xeter dîtin û bo çalakiya 1ê Gulanê destûr neda
    Di pîrozbahiyên 1ê Gulanê de 207 kes hatin desteserkirin
    Li Stenbolê bo 1ê Gulanê bergirtinên ewlehiyê
    Li Yekîtiya Sovyetan 1ê Gulanê
    1ê Gulanê li Amedê pîroz kirin
    Biryara 1ê Gulanê ya li Taksimê hat dayîn
    Etîketan:
    Pîrozbahiyên 1ê Gulanê, 1ê Gulanê, Federasyona Rûsyayê, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de