05:30 22 Gulan 2018
    Konsûlxaneya Rûsya ya Seattleyê

    Rûsya bo Amerîkayê: Ala me ji nû ve daliqînin

    © Sputnik /
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Balyozxaneya Rûsyayê li Amerîkayê ragihand ku rayedarên amerîkî ala Rûsyayê ji rezîdansa Serkonsolxaneya Seattleyê ku ji aliyê Washingtonê ve hat girtin, hatiye daxistin. Balyozxaneyê bang li Washingtonê kir ku al ji nû ve were daliqandin.

    Balyozxaneya Rûsyayê li Amerîkayê bi daxuyaniyekê diyar kir ku ala Rûsyayê ji Serbalyozxaneya Seattleyê ku ji aliyê Amerîkayê ve hat girtin, hatiye daxistin û ev yek ‘Nayê qebûlkirin' û da zanîn ku Washington rêzikên navneteweyî binpê kiriye.

    Di daxuyaniyê de hat gotin ku, "Di saetên şevê de alaya Rûsyayê ji Serbalyozxaneyê ji aliyê rayedarên amerîkî ve hat daxistin. Ev tevgerekî derqanûnî ye. Ev tevgera li dijî sembola Rûsyayê nayê qebûlkirin û Washington bi vî şiklî rizêkên navneteweyî binpê kiriye."

    Balyozxaneyê bangî ji nû ve daliqandina alê kir, "Em ji rayedarên amerîkî re bibîr dixin ku rezîdansa Serkonsolxaneya Rûsyayê, milkê Rûsyayê ye û nabe ku kes dest bide. Divê çerçoveyê de em daxwaz dikin ku ala Rûsyayê ji nû ve were daliqandin."

    Herwiha Balyozxaneyê destnîşan kir ku heman daxwaz ji bo milkên dîplomatên rûsî yên li Washington, San Francisco, New York û Marylandê ku bi awayekê derqaninû Amerîka dest danîbû ser, derbas dibe.

    Çavkaniyekê ji Wezereta Karên Derve ya Amerîkayê ji Sputnikê re axivî û da zanîn ku ev bi hinceta ku alê statuya xwe yê fermî winda kiriye rakirine û dê alê radestî balyozxaneya rûsî bikin.

    Bi heman mijarî:

    Ji Rûsya, Tirkiye û Îranê deklarosyona hevpar a Sûriyeyê
    Rûsya ji sedî 85 cepxaneya xwe ya nûkleerî kêm kir
    Rûsya: Em ê destûrê nedin ku Amerîka li Sûriyeyê êrîşên nû pêk bîne
    Rûsya: Li OPCWê tenê 6 şahid hatin guhdarkirin
    Rûsya: Biryara radestkirina S-300an bo Sûriyeyê nehatiye stendin
    Etîketan:
    ala, Balyozxaneya Rûsyayê, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de