21:00 22 Gulan 2018
    Yekem santrala nukleer a ajnêber a Rûsyayê: 'Akademik Lomonosov' derkete geşta ewil

    Yekem santrala nukleer a ajnêber a Rûsyayê: 'Akademik Lomonosov' derkete geşta ewil

    © REUTERS / Anton Vaganov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Yekem santrala nukleer a ajnêber a Rûsyayê 'Akademik Lomonosov' ji St. Petersburgê ber bi Murmanskê bi rê ket. Ev bûyer bi awayekî berfireh di çapemeniyê de cih girt. Wesayîta behrevaniyê weke ‘Tîtanîka nukleer', ‘Çernobila ajnêber' hat bi -navkirin.

    Yekem santrala nukleer a ku avjeniyê dike 'Akademik Lomonosov' roja şamiyê ji bajarê Rûsyayê ji St. Petersburgê ber bi Murmanskê bi rê ket. Piştî ku ji aliyê sotemeniya nukleerî ve hat dagirtin dê li Rojhilatê Dûr yê Rûsyayê were hinartin. Wesayîta behrevaniyê dê sala 2019an li deryaya li nêzîkî Çukokta Arktikê dest bi xebatê bike.

    Çapemeniyê bi awayekî berfireh cih da yekem geşta 'Akademik Lomonosov'ê û zêdetir li ser zirarên ku dê bide hat rawestîn. Saziyên dorhêlê yên weke Greenpeaceê wesayît weke ‘Tîtanika nukleer' û ‘Çernobîla ajnêber' bi nav kirin.

    Pisporê nukleerê yê Greenpeaceê Jan Haverkamp û wesayîta bevhrevaniyê wiha rexne kir "Ev wesayîta behrevaniyê ya nukleer li Oqaynûsa Arktîkê ya ku halê hazir ji ber guhertinên avhewayê di bin fişarê de ye û hesas e teqez dê li ser fişara reaktorên nukleerê çêbike."

    Projeya santrala nukleer a ajnêber bi salane aqilê endazyaran mijûl dikir. 'Akademik Lomonosov' a ku berê wê 30 metrê û dirêjahiya wê 144 metre ye yekem santrala nukleer a ajnêber a dinyayê ye.

    Tevî ku wesayîta ewil e hindek kes diparêzin û dibêjin ku ew tu fişarê pêk neyîne. Lewra berê gelek wesayîtên behrevaniyê û noqavên nukleer ên Amerîka di deryaya şîn de avjenî kiribûn.

    teqîna nukleer
    © Flickr / International Campaign to Abolish Nuclear Weapons
    ROSATOM: LI SER DORHÊLÊ FIŞARÊ PÊK NAYÎNE

    Navenda Nukleerî ya Rûsyaya Federal bi hevkariya Saziya Enerjiya Nukleerî ya Dewletê (Rosatom) ya ku wesayît hilberandiye di dema çêkirinê de hemû zirarên muhtemel li ber çavan hatine girtin.

    ‘LI HEMBERÎ KARESATÊN XWEZAYÎ TÊK NAŞIKE'

    Di daxuyaniya Rosatomê wiha hat gotin: "Wesayît li hemberî hemû karesatên xwezayî dikare li ber xwe bide, ev taybetmendiya wê dike ku wesayît li hemberî tsunamî û bobelatên din têk neşike. Hemû helsengandinên di wesayîtê de li gorî qaîdeyên Saziya Enerjiya Nukleerî ya Navdewletî ne. Wesayî tu zirarê nade dorhêlê.

    JI BO BÎRANÎNA LOMONOSOV

    Wesayît navê xwe zanyaran rûsî yê navdar Mihail Lomonosov distîne û bi saya du reaktorên KLT-40Syê 70 MW kahrebê hildiberîne.

    TÊRA BAJAREKÎ K UGELHEYA WÊ 100 HEZAR BE NERJÎ HILDIBERINE

    Her ûnîteyeke di wesayîtê de bi qasî bajarekî ku gelheya 100 hezar kes bê enerjiyê û germahiyê hildiberîne.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Rosatom: Hetanî dawiya salê dibe em lisansa înşaeta Akkuyuyê wergirin
    Rosatom: Şirketên tirk, rûs û kendavê dixwazin tevlî sermayeya Akkuyu NGSê bibin
    Li Washingtonê bombeya nukleer biteqe wê çi bibe?
    Pisporê Sûriyeyî: Îsraîl derewan dike, di 2007an de li reaktora nukleer a Sûriyeyê ne daye
    DYAyê sê balafirên şer yên xwedî nukleer şandin Ewropayê
    Gerasîmov: Plana pêşxistina muhîmatên nukleer ya Pentagonê ji 200 bombeyî pêk tê
    Etîketan:
    santrala nukleer a ajnêber, Wesayîta Behrevaniyê, Navenda Nukleer, Mihail Lomonosov, Jan Haverkamp, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de