04:35 28 Gulan 2018
Li Xûtaya Rojhilat Posterên Pûtîn û Esad

66 ji sedê rûsan dixwaze Rûsya Esadî biparêze

© REUTERS / Omar Sanadiki
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Li gor rapirsiya navenda lêkolînên raya giştî ya Rûsyayê VTSIOMê li ser îhtimala êrişa Amerîkayê bo Sûriyeyê 66 ji sedê rûsan dixwaze Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esadî were parastin.

Sergey Ryabkov
© Sputnik / Valeriy Melnikov
VTSIOMê bi hevkariya Spûtnîkê di navbera 14-15ê Nîsanê de bi tevlîbûna 2 hezar beşdaran rapirsiyek kir. Li gorî encamên wê rapirsiyê 66 ji sedê xelkê rûsî li ser îhtimala êrişeke Amerîkayê bi ser Sûriyê daxwaz dikin ku Moskowa piştgiriya Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esadî bike.

Ji beşdarên zilam 76 ji sedî, di nava beşdarên ku temenê wan ji 60î mezintir e jî 75 ji sedî vê nêrînê diparêzin.

Ji aliyê din ve 18 ji sedê beşdaran gaveke wiha erênî nabînin, 12 jî sedê beşdaran jî diyar dikin ku Rûsya piştgiriya leşkerî nede Sûriyê. 6 ji sedê beşdaran jî diyar dike ku teqez ev neyê kirin.

Hêjayî gotinê ye ku Amerîka, Brîtanya û Fransayê 14ê Nîsanê êrişeke Moşekî li dijî Sûriyê pêk anîbû.

 

Bi heman mijarî:

'Rûsya, teqez li hemberî ku Qeter leşkerên xwe bişîne Sûriyê ye'
Rûsya: Wezîrên Tirkiye û Îranê wê dawiya vê heftê mijara Sûriyê biaxivin
Rûsya ji 2 moşekên kruz ên Amerîkayê li Sûriyê ku ne teqiyane dê çi bike?
Rûsya: Em hêvî dikin ku li Sûriyê kes ji sînorê herî dawî derbas nebe
‘Gelo wê Rûsya û Amerîka li Sûriyê kêjan çekana bi kar bînin’
Qesra Spî: Trump, berpirsê êrişa kîmyevî Rûsya û Sûriyê dibîne
Etîketan:
Serokê Dewleta Sûriyeyê, Anket, Rapirsî, Spûtnîk, Navenda Lekolînên Raya Giştî ya Rûsyayê (VTSIOM), Beşar Esad, Sûriye, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de