11:45 23 Gulan 2018
    Sergey Ryabkov

    Rûsya: Amerîkayê xeta sor derbas kir

    © Sputnik / Valeriy Melnikov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Alîkarê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkovî got ku Amerîkayê bi sergirtina rayedarên amerîkî ya li Konsulxaneya Rûsyayê ya li Seattleê xeta sor derbas kir. Balyozxaneya Rûsyayê li Washingtonê jî diyar kir ku vê gavê, rewşa têkiliyên dualî bêtir nediyar kir û ew wek gaveke neyarane bi nav kir.

    Ryabkov bi Kommersantê re axift û got, "hevkarên me yên li Washingtonê xeta sor derbas kir û aliyê maqûl û destûra wî dayî derbas kir."

    Rayedarê rûs diyar kir ku di dîroka têkiliyên dîplomatîk de tiştekî wiha nehatiye dîtin û pêşniyar kir ku rayedarên amerîkî bibin dadgehê.

    Herwiha Ryabkovî got ku "berteka dadweriya Amerîkayê meselyeke din e" û diyar kir ku Rûsya alîgira wê yekê ye ku vê rêyê biceribîne ku berî niha ti ceribandineke wê ya wiha çênebûye.

    "NEYARIYA RÛSYAYÊ YE"

    Balyozxnaeya Rûsyayê li Washingtonê jî ragihand ku tiştê rayedaran kiriye, ihtimalên bipêşdexistina têkiliyên dualî girtîtir dike.

    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "kilîl jê kirin û li ser erda Rûsyayê çi dixwazin dikin. Em van çalakiyên Amerîkayê yên li himberî Rûsyayê wek neyarî dibînin. Ev çalakî ihtimalên bipêşdexistina têkiliyên dualî razber dike. Herwiha zehmetiyan di pêwendiyên navbera gelê Rûsya û yê Amerîkayê de derdixe û xurtbûna ewlekariya herêmî û cîhanî jî asteng dikin."

    Balyozxaneyê diyar kir ku rêbaz û hiqûqa navdewletî hatine bipêkirin û ev pêngav wek derbeyeke nû bi nav kir ku li têkiliyên dualî ketiye.

    "ÇAPEMENIYA AMERÎKAYÊ HÎSTERIYEK LI HIMBERÎ DÎPLOMATÊN ME ÇÊKIR"

    Ji aliyê din ve, balyozxaneyê destnîşan kir ku çapemeniya Amerîkayê bi îdîaya ku dîplomatên dersînorkirî li Amerîkayê çalakiyên nepen pêk tînin, hîsteriyek çêkiriye. Nexasim ku balyozê Rûsyayê li Amerîkayê Anatoliy Antonovî diyar kiribû ku çapemeniya Amerîkayê 60 dîplomatên amerîkî yên dersînorkirî wek "şeytanan" nîşan didin.

    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Dîplomatên me yên dersînorkirî karmendên giştî yên profesyonel ên payebilind in ku mirovin diilnizm û rastbêj bûn. Ji bo bipêşdexistina têkiliyên dualî, çi ji destê wan dihat, wan dikir."

    CNNê di nûçeya xwe de li ser zarê hinek çavkaniyên ku navê wan eşkere nekiribû ragihandibû ku hinek xebatkarên konsulxaneyê li Amerîkayê bi cî dibin û guman heye ku ajanên rûs ên aliyê xwe guherandiye. Ev daxuyanî jî piştî wê nûçeyê hat.

    Piştî îdîayên ku Rûsya tawanbara jehrîkirina ajanê rûs ê berê Sergey Skripal û qîza wî Yûliyayê li Londonê, Amerîkayê 60 dîplomatên rûs dersînor kiribûn û biryar dabû ku konsulxaneya Seattleê bigire.

    Bi heman mijarî:

    Sûriyeyê ji bo şandina hêzên erebî bersiva Amerîkayê da
    ‘Amerîka ne ji bo DAIŞê ne jî bo gefên Erdogan hêza xwe li Sûriyeyê zêde dike'
    Artêşa Sûriyeyê li Dûmayê atolyeyên çekan ên milîtanan dîtin
    Çavkaniyeke leşkerî: Sûriyeyê du moşekên amerîkî yên neteqiyayî radestî Rûsyayê kirin
    Etîketan:
    Sergey Ryabkov, Washington, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de