16:52 20 Gulan 2018
    San Francisco, Pira Golden Gate

    Di medyaya Rojavayî de ‘Çeka Roja Qiyametê' ya rûsî

    © REUTERS / Robert Galbraith//File Photo
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 01

    Malpera nûçeyan a amerîkî 'Business Insider' îdia kir ku noqava bêmirov a rûsî ya ku xwediyê serikê nukleerî ye dikare hemû şerîdên qeraxê yên li Amerîkayê tune bike. Li gorî wê yekê barana radyoaktîf a bilindahiya wê 100 metre dê bihêle ku sedsalî li wir jiyan nemîne.

    Malpera nûçeyan a amerîkî 'Business Insider' bi awayekî berfireh cih da wesayîta noqavê ya bimorv û bi serikên nûkleerî hatiye arastekirin ku li welatê rojavayê weke ‘Çeka Roja Qiyametê' tê bi Navkirin.

    Di wê nûçeya analîzê de li ser çeka rûsî ya ku navê wê ye bi rastî 'Status-6' ê tê gotin ku giraniya wê 20-50 megaton e û dema ku li nêzî şerîda Amerîkayê biteqe dê pêlên tsunamiyê yên dêw tevahiya bajarên li qeraxê tune bike.

    ​Li gorî zanyariya ‘Çeka Roja Qiyametê' dikare teqîneke pêk bîne ku wek tsunamiya 2011an li Japonyayê bihêz be. Ger torpîdoyên wê li bin avê biteqin tê pêşbînîkirin ku bi tonan ava bi radyasyon bilind bibe û tev li hewayê bibe.

    KARESATA MEZIN

    Pêlên tsunamiya bi radyasyon dê li şerîda qeraxan weke barana radyoaktîv bibare. Di vê rewşê de li wan deveran heta sed salî jiyan namîne.

    Li gorî nûçeyê teqîneke wiha eger li qeraxa bajarên Los Angeles an jî San Diegoyê pêk were ji ber bayê behrî bandora rûxîner a barana nukleerî dê zêdetir bibe.

    ​ ‘LEZA NAV PARZEMÎNÎ'

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn 1ê Adarê di axiftina xwe ya li Meclisa Federal bi awayekî berfireh cih dabû nûtirîn çekên rûsî.

    Pûtîn diyarkiribû ku wesayîta bin avî ya bê mirov ji hemû keştî, noqav û torpîdoyên cîhanê qet bi qet bilêztir tev digere û digihîje dûrihaya navparzemînî

     

    Bi heman mijarî:

    ‘Pentagon ji bo ku Tirkiye S-400î nestîne çekên rûsî biçûk dixe'
    Ji Pentagonê mikurhatinek: Zehmete em bi çekên rûsî yên hîpersonîk bikarin
    Iraq: Bêguman di warê têkbirina DAIŞê de me mifa ji çekên rûsî wergirt
    Pisporê leşkerî yê lraqî: Artêşa lraqê ji berê de pişta xwe bi çekên rûsî girêda ye
    Dîroka çekên hîpersonîk ên rûsî ku têkevin xizmetê diyar bû
    Pûtîn: Hêz û bandora çekên Rûsî li Sûriyê hat îsbatkirin
    Barzanî: Dê hêzên Pêşmerge bi çekên rûsî werin arastekirin.
    Etîketan:
    Roja Qiyametê, Çekenê nukleer, Status-6, Parastin, Çekên rûsî, Çek, Berevanî, Business Insider, Vladimîr Pûtîn, Amerîka, Cîhan, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de