07:47 25 Gulan 2018
    Kremlin Sözcüsü Dmitriy Peskov

    Rûsya: Peymana nukleerê ya bi Îranê re divê wekî xwe bimîne

    © Sputnik /
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov diyar kir ku Rûsya razî yepeymana nükleere ya Îranê wekî niha bimîne û got, haya wan ji guhertinên ji bo peymana nû ya ku Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron û Serokê Amerîkayê Donald Trump behs dikin, tune ye.

    Peksov li ser mijara peymana nukleerê ya Îranê ji bo rojnamegeran got, "Peymana nukleerê ya Îranê encama xebatên dîplomatîk ên gelek welatan e. Gelo pêkan e ev xebat werin dubarekirin? Ev pirsgirêkek e."

    Peskov anî ziman ku helwesta Îranê ya derbarê mijarê de girîng e û got, Rûsya razî ye ku ev Peyman wekî niha bimîne û difikre ku alternatîfeke din tune ye.

    Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron piştî hevdîtina xwe ya ligel Serokê Amerîkayê Donald Trump gotibû, Paris amade ye ji bo bernameya nukleerê ya Îranê peymaneke nû îmza bike. Macron derbirî ku ji bo Peyman nû divê li ser 4 xalan were rawestandin.

    Peskov li ser van gotinên Macron destnîşan kir ku haya wan jê tune ye dê çi werin guhertin. Berdevkê Kremlînê got, "Em nizanin behsa çit ê kirin."

    Bi heman mijarî:

    Hevalbendiya Trump-Macron ku li ser wêrankirina Sûriyeyê hatiye avakirin
    Senatorê rûsî gotinên Emmanuel Macron ên li ser Sûriyeyê nirxandin
    Lavrov: Bangewaziya Macron a ji aliyê DYAyê ve destwerdana Sûriyê helwestek dagirkerane ye
    Ji Macron peyama 1915an: Fransa, Rûsya û Brîtanyayê hîn wê demê wek sûc pênase kirin
    Macron: Divê Amerîka, Fransa û hevalbendên wan ji bo 'Sûriyeyeke nû' li wir bimînin
    Etîketan:
    peymana nukleerê, Berdevkê Kremlînê, Dimitriy Peskov, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de